Poşmantiyê li girtiyan ferz dikin

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 02:10

Ji bo ku ‘poşmantî’ qebûl nekir berdana girtiyê nexweş Îdrîs Başaran ku ev 30 sal in girtî ye, 6 mehan hate taloqkirin. Birayê Başaran Lokman Başaran dijî biryarê helwest nîşan da û got,’’ Feraseteke bi temamî teslîmgirtin, poşman kirin, şikandina vînê esas digire heye.”

Îdrîs Başaran ê 30 sal in girtî ye û  li Girtîgeha Tîpa S a Doşemealti ya Antalyayê tê ragirtin. Ji bo ku poşantiya ku lê hatî ferzkirin qebûl nekir mafê wî yê berdanê 6 mehan rehîn hate girtin. Birayê Başaran Lokman Başarna got li ser girtiyan teslimiyet tê ferzkirin û dixwazin vîna girtiyên siyasî yên Kurd bişkînin.

2006’an felcê li Başaran da û her wiha nexweşiya kansêrê ya bi asta çaran lê daye. Ji bilî van nexweşiyan her wiha gelek nexweşiyên din jî yên Başaran hene. 

Kekê Başaran, Lokman Başaran bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya birayê xwe û binpêkirinên mafan ên her ku diçe zêde dibin û anî ziman ku pêkanîn ji ber bê bertekbûnê derdikevin holê. 

Feraseta teslîmgirtinê ye 

Başaran diyar kir ku birayê wî beriya 4 rojan birine Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê û da zanîn ku derbarê vê geşedanê de malbat nehatiye agahdarkirin. Başaran, bi lêv kir ku bi binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tê xwestin ku zextan li ser civakê bimeşînin û wiha got: ‘’Hûn mirovekî 30 salan li girtîgehê digirin û ji wî re pirsa ‘dema tu hatiye berdan dê biçî çiya?’ pirs dikin. Pirseke evqas dûrî aqilan tê pirsîn. An jî pirsên weke ‘tu dê li derve çi bikî, dê biçî cem malbata xwe?’ tên pirsîn. Herî dawî jî pirsa ‘tu poşmanî’ dipirsin. Feraseteke bi temamî teslîmgirtin, poşman kirin, şikandina vînê esas digire heye.”

Divê bertek were nîşan dan

 Başaran, diyar kir ku bi pêkanînên li girtiyan tên kirin, tê xwestin vîna gelê kurd bê şikandin û diyar kir ku li dijî van pêkanînan girtî vîn û baweriyeke xurt nîşan didin. 

MA/ANTALYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.