Poşmantiyê li girtiyan ferz dikin

Duşem 2 Îlon 2024 - 02:10

Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi sedema ku ‘’poşmanti’’yê red dikin ev çar car in derketina Aydin Kudat û Abdurrahman Guner ên ku ev 32 sal in girtî ne taloq dike. Vasîsa Guner Zeynep Guner got,’’ Êdî dawî li vê barbariyê û dijminatiyê bînin. Bû 32 sal û malbat li çavrêya wan in. Dayika wî beriya kurê xwe bibîne, 2 sal berê wefat kir. Bav û birayê xwe winda kir.’’

Aydin Kudat û Abdurrahman Guner ku ji sala 1992’an ve girtî ne li gel ku cezayê wan xilas bûye jî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi sedema ku ‘’Poşmantî’’ qebûl nekirine ev 18 meh in derketina wan ji girtîgehê taloq dike.

Berdana girtiyan ev 4 car in tê taloqkirin. Kudat û Guner li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê tên ragirtin û diviya di 6’ê îlona 2022’yan de bihatina berdan. Lê belê bi hinceta ku zexta “Poşmantiyê” qebûl nekirine, Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wan ji bo salekê taloq kir. Lijneyê di kanûna 2023’yan de ji bo 3 mehan, di 27’ê adara 2024’an de jî ji bo 5 mehan biryara taloqkirina tehliyeyê da. Tehliyeya Kudat û Guner herî dawî di 28’ê tebaxê de bi hinceta “poşmantî qebûl nekirine” ji bo 5 meh û rojekê hate taloqkirin. 

Vasîsa Guner, Zeynep Guner diyar kir ku rêveberiya girtîgehê girtiyan dibe korîdorê û li wir nêzî saetekê zexta “poşmantiyê” lê ferz dike. Guner, da zanîn ji ber ku girtiyan “poşmantî” red kirine, tehliyeya wan hatiye taloqkirin. Her wiha rêveberiya girtîgehê jî bi gotinên “Heta ku hûn gotina ‘ez poşmanim’ red bikin wê nekarin ji vir derkevin.” gef li girtiyan xwariye. 

Bi nexweşiya pençeşêrê ye

 Zeynep Guner, destnîşan kir nexweşiyên mîdeyê yên Abdurrahman Guner hene û bi gumana penceşêrê teşhîs hatiye kirin. Guner, wiha domand: “Birayê wî ji ber penceşêra mîdeyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha dema girtî diçin nexweşxaneyê pirsgirêkan dijîn. Rêveberiya girtîgehê li noqteya birina nexweşxaneyê jê re pirsgirêkan derdixîne û tedawiya hevalên me asteng dike.” 

Ji vê barbariyê re ‘êdî bes’ e 

Guner, got girtiyan jê re gotine “Me tiştekî jê poşman bibin nekiriye” û axaftina xwe wiha qedand: “Li girtiyên 32 sal in di girtîgehê de zexta ‘poşmantiyê’ dikin. Ev yek bêrûmetî ye. Ne 32 salan, hevalên me bi hezaran salan jî di girtîgehê de bimînin wê vê qebûl nekin. Malbatên wan jî tiştekî wiha ji wan daxwaz nakin. Em bêrûmetiyeke wiha qebûl nakin. Ev zexta pergal û rêveberiya girtîgehê ferz dike, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em ji dewletê re dibêjin ‘êdî bes e.’ Êdî dawî li vê barbariyê û dijminatiyê bînin. Bû 32 sal û malbat li çavrêya wan in. Dayika wî beriya kurê xwe bibîne, 2 sal berê wefat kir. Bav û birayê xwe winda kir. Ji bilî min û birayekê wî tu kesekê wî li derve nema ye. Em naxwazin êdî li ber deriyên girtîgehan bimînin. Me bi hezaran sol li ber deriyên girtîgehan rizandin. Em dixwazin ev hevalên me êdî bên berdan.” 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.