Poşmanî li ser girtiyan tê ferzkirin
Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:15
Agît Tekîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Çorumê girtî ye, înfaza cezayê xwe û cezayên disiplînê temam ki yên girtîgehê bi dawî kir, lê poşmanî lê hat ferzkirin û berdana wî heta meha cotmeha 2025'an hat taloqkirin.
Agît Tekîn ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Çorumê girtî ye, tevî ku cezayê wî bi dawî bûye û înfaza cezayên disiplînê temam kiriye jî, nayê berdan. Agît Tekîn ku di 7'ê Hezîrana 2018'an de bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" hat girtin, 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Berî cezayê Agît Tekîn biqede bi sê rojan, berdana wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve hat astengkirin. Hat hînbûn ku Agît Tekîn ji ber cezayên disiplînê yên ku piştî çalakiya protestoyî û grevên birçîbûnê yên li girtîgehê tevlî wan bûye, nayê berdan.
Di 8'ê Çileya 2025'an de, 3 roj beriya ku cezayê Agît Tekîn biqede, Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji bo tespîtkirina "tevgera baş" a Agît Tekîn civiya. Lijneyê Agît Tekîn sewqî xizmeta psîkolojî, perwerdehî û rêveberiyê kir. Vê servîsê der barê Agît Tekîn de raporeke erênî da. Lê belê serwîsa "ewlehiyê" raporeke neyînî da û îdîa kir ku Agît Tekîn di lêgerînên li qawîşê de alîkariya wan nekiriye.
Lijneyê ji bo biryarê bide li ser mijarên cuda pirs ji Agît Tekîn kirin. Ji Agît Tekîn der barê PKK'ê de fikrên wî hat pirsîn û hat gotin ku "poşman e yan na?" Agît Tekîn anî ziman ku wî tu sûc nekiriye, lewma tiştekî ku poşman bibe nîne. Lijneyê her wiha pirsî ku ger bê berdan dê çi bike. Lijneyê di biryara xwe ya piştî van pirsan de, tevî ku Agît Tekîn cezayên disiplînê yên ji ber binpêkirinên mafên wî lê hatibûn birîn û çalakiyên protestoyê yên piştî grevên birçîbûnê nîşan dan û berdana wî asteng kir. Tehliyeya Agît Tekîn heta 11'ê Cotmeha 2025'an hat taloqkirin.
Agît Tekîn bi rêya parêzerên xwe di 17'ê Çileyê de ji bo îtîrazê serî li Dadgeriya Înfazê ya Çorumê da. Dadger di biryara xwe de nirxand ku tenê servîsekê rapora neyînî daye û nîşan da ku 23 cezayên disiplînê yên ku li Agît Tekîn hatine birîn înfaza wan nehatiye kirin. Dadgeriyê di 20'ê Çileyê de îtîraza Agît Tekîn red kir. Agît Tekîn înfaza cezayê disiplînê yên lê hatine birîn hemûyan temam kiriye.
Agît Tekîn û parêzerên wî li dijî vê biryarê serî li dadgeha bilind dan.
MA / ENQERE