Poşman e li Kobanê

Çarşem 9 Hezîran 2021 - 05:15

Şert û mercên ne insanî, û miameleya xirab a bi penaberan re a bi hinceta pandemiyê,0 wargehên penaberan ên li Yewnanistanê veguherandin navendên tecrîdkirinê. Li girava Yewnanistanê Samosê, di şertên neinsanî de penaber tên ragirtin. Li girava tenê çend kîlometroyan dûrî sînorê dewleta Tirk de halê hazir 2 hezar penaber li mekanê ji bo 650, kesan di ser hev de dewisandî ne. Li wargehê derfetên xwe şûştinê, paqijiyê û cihekî xwe lê germ bikin, kêm in û ji bo hinan nînin.

Navenda Qebûl û Tesbîtkirina Nasnameyên Penaberan bi sedan penaber xistine karantînayê. Li vir jinên ducanî, kesên bi nexweşiyên kronîk jî tên girtin. Rêveberiya kampê, dermanên ji bo aramiya ruh û dermanên şekir weke ne heyatî sinifandine û nade penaberan. 
Ji bo Alaa Suleyman, jineke Kurd a ji Rojava ye û ji ber rewşa şerî dermanên aramkirinê dixwe, ev derman heyatî ne. Hevjînê wê Mihemed 35 salî ye, dibêje şert û mercên li kampê ne insanî ne: “Serşok nînin, derfetên paqijiyê nînin di konteyneran de. Ava germ ne ji laşê mirov re ne jî ji bo şûştina cilûbergan heye. Konteyner jî bi rêkûpêk nayên paqijkirin." Ew di dewamê de dibêje, zemînê konteyneran kun in, ne doşek doşek in û ne jî cih cih in. 

Halê hazir ev şert û merc xebero ji ber qanûna Yewnanistanê ya ji bo pandemiyê tên ravekirin. 

Sal û 3 mehan di tecrîda konekî de

Jineke ciwan a Kurd, Ferah el-Xelef dibêje, "Min qet nedizanî ku wê bi qeyserî zaroka min bînin dinê. Min dixwest, xwezayî zaroka xwe bînin dinê." Gava doktor pê re peyiviye wê jê fêm nekiriye. Hevjînê wê Mahir polês agahdar kiriye, gava ku arinc û êşa zanê digire Ferah el-Xelefê. Wê bi saetan eziyet kişand, heta ku polês qaneh bû wê rake nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê doktor israr kiriye ku zarokê qeyserî bîne dinê, “Min ji doktor fêm nedikir. Min nezanî ku wê bi qeyserî zaroka min bîne dinê. Min dixwest xwezayî zaroka xwe bînin dinê." 

Ferah di dema êrişên DAIŞ´ê yên li dijî Kobanê penaberî Tirkiyeyê bûye. Piştî ku careke din sala 2019´an vedigerin, vê carê ji ber êrişa dewleta Tirk penaber dibin. 

Bi botekê bi qaçaxî ew birine Samosê. Niha Ferah û hevjînê wê poşman in. Ferah dibêje, “Rewşa li kampa Samosê ji ya li Sûriyê xirabtir e. Ev salek û 3 meh in ez li Samosê me, di konekî de, min bi halekî xirab li vir du zarok anîn dinê.”
Ferah niha dike hawar ji bo ku ji vê rewşê xilas bibe.

ATÎNA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.