Polîtîkayên dagirkeran û metirsiya ziman

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 29 Çile 2024 - 04:55

Ziman yek ji nasnameya dîroka her netewekê ye ku ew netew pê tê naskirin. Yek ji sedemên sereke yên ku gelê Kurd heta roja me ya îro hebûna xwe ya netewî parastiye, zimanê wê ye. Her çendî bi gelek komkujî, îmha û çewisandina ziman û çanda xwe re rûbirû maye jî, lê heta niha bihêz maye. Ji ber vê yekê hem ji aliyê dagirkerên herêmê ve û hem jî ji aliyê kurdan bixwe ve metirsiyên li ser zimanê kurdî zêde bûne.

Li gorî nivîskaran ev metirsî zêde bûye, divê Kurd bi xwe zimanê xwe yê di bin xeteriya windabûnê de ye, rizgar bikin. Nivîskaran got, “Ji ber polîtîkayên dagirkeran taloke heye ku zimanê me ji holê rabe.’’

Bê tifaqî ziman jî lewaz û tine dike

Rewşenbîr û çalakvanê Hewramî, Subhan Feyrûz têkildarî girîngiya zimanê Kurd ji gelê Kurd re got; “Her kes bi zimanê dayikê û nasnameya xwe tê naskirin, di nava zimanê Kurdî de gelek zaravayên cuda hene ku yek ji wan jî zaravayê Hewramî ye. Divê gelê Kurd ji bo Kurdistana mezin xwedî helwestek yekgirtî û bernameyeke plankirî bin. Bi qasî ku em dikarin bibin parêzvanên zimanê xwe. Parçebûn û dûrketina ji yekîtî û yekrêziyê netewî ya gelê Kurd sedemê herî mezin yê lewazbûn û tinebûna zimanê me ye.”

Zimanê dagirkeran tevlî zimanê xwe nekin

Subhan di dewamê de diyar kir ku her kes an jî xelkekî ku zimanê wî nebe, koka wî nîne û wiha pêde çû; “Pêwîste rêkxistinên civaka sivîl û aliyên siyasî em xwedî yekitî û yekrêziyê bin da ku bikaribîn zimanê xwe ji lewazbûn û windabûnê biparêzîn. Cihê mixabiniyê ye ku niha zimanê welatên dagirker tevlî zimanê me Kurdî bûye.” Rewşenbîr û çalakvana Hewramî Subhan Feyrûz di wê baweriyê de ye ku zimanê Kurdî di metirsiyê de ye û bi mînakan tîne ziman ku di stran û mûzîka Kurdî, bi qasî ku tekstên biyanî tên bikaranîn ew qas jî çand û folklora resen ya Kurdî jî hatiye jibîrkirin. Yek ji mînakên ku Subhan behs dike ew e ku ji sedî 100 pêwîst e reklamên ser tabelayan cade û şîrketên bazirganî û veguhestinê bi zimanê Kurdî bên nivîsîn.

Xwezî me karîba rexnedayina xwe bidaya

Nivîskar Celîl Ebas jî li ser metirsiya tinebûn an jî lewazbûna zimanê Kurdî got; “Ev demeke metirsiya tunebûnê li ser zimanê Kurdî bi hemû zaravayên wê ve heye. Mixabin em gelê Kurd ji bo bişaftin û helandina çand û zimanê xwe bi rêya ziman û çandên din, amade ne. Xwezî rojên cîhanî yên taybet bi zimanê dayikê bûbaya pêşxistina hestên me Kurdan ji bo pêşdebirina zimanvaniya me, da ku me bikariya di wê rojê de rexnedayîna xwe di mijara zimanê xwe yê dayikê de bidin. Ji ber ku kêm maye em bi xwe zimanê xwe bihelînin li beramberî zimanên din yên biyanî.”

Desthelat û medya bê îrade ye!

Nivîskar Celîl di wê baweriyê de ye ku di vê rewşê de li Başûrê Kurdistanê desthilat û medya kêm berpirsyartiya vê yekê digire ser xwe û got; “Di medya û desthilatê de îradeyek me ya ji bo danîna bingehê zimanekê standart ji bo zindî hiştina zimanê ku em îro pê diaxivîn tine ye.” Di dawiyê de nivîskar Celîl Ebas diyar kir ku pêwîste hemû rewşenbîr û pisporên zimanê têkildarî rewşa zimanê Kurdî konferans, kongreyeke mezin lidar bixin, têde biryaran li ser bidin, biryarên wan bibe bernameya desthilatê, parlamento li ser bixebite û bikin zagoneke ragihandinê ku xizmeta zimanê Kurdî bikin.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.