Pêvajo qezenca hevpar a gelê Kurd e
În 4 Tîrmeh 2025 - 03:40
- Dr. Ala Noorî Talabanî balkişand ser pêvajoyê û da zanîn ku pêvajoya ji aliyê Rêber APO hatiye destpêkirin ji bo hemû Kurdên çar parçeyê Kurdistanê girînge û got:“Ev pêvajo wê ji bo feydeya Tirkiyeyê û Kurdistanê be. Banga Birêz Ocalan ya ji bo pêvajoyek nû helwesteke pir girîng e.”
Piştî banga Rêber APO, PKK’ê 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshskirinê da. Piştî vê astek nû destpê kir. Tevî vê hîna desthilatdariyê gavek navêtiye. Xwedîderketina li bangê jî ji her aliyê Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ve didome. Dr. Ala Noorî Talabanî ya ji Silêmaniyê der barê pêvajoyê de nirxandin kir.
Dr. Ala Noorî Talabanî balkişand ser pêvajoyê û da zanîn ku pêvajoya ji aliyê Rêber APO hatiye destpêkirin ji bo hemû Kurdên çar parçeyê Kurdistanê girînge û got:“Ev pêvajo wê ji bo feydeya Tirkiyeyê û Kurdistanê be. Li gorî min pêvajoya pevçûnê bi dawî bû. Banga Birêz Ocalan ya ji bo pêvajoyek nû helwesteke pir girînge.” Dr. Ala Noorî Talabanî der barê biryara PKK’ê û gavên hiqûqî yên divê bê avêtin de jî got:“Pêvajoya ji aliyê lîderê Kurd ve hatiye destpêkirin wê bandor li pêvajoya aştiyê bike. Ji bo pêvajoya aştiyê bê destpêkirin divê em bi her du aliyan bawer bikin. Li gorî min Kurdan ev bawerî danîn holê. Kurdan gotin ‘em mudaxaleyê vî agirî dikin’. lê hikûmeta Tirkiyeyê hîna gav navêtiye.”
Zemîna hiqûqî divê
Dr. Ala Noorî Talabanî destnîşan kir ku ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk zemîna qanûnî û hiqûqî girînge û got:’’Îcar ji pêvajoyên din cudatir divê wek dewlet hikûmeta Tirk baskên hiqûqê yên cuda tevli çareseriyê bike. Mînak wê mafê darizandineke adîlane û azad çawa pêk bê, wê darizandikeke adîlane çawa ava bikin?Wê azadiya fikr û ramanê çawa bikin bin ewlwehiyê. Wê azadiya civakê çawa pê bê. Em mijarên sereke ne. Ev hemû girîng in. Divê ev hemû bikevin bin ewlehiya qanûnî ku pêvajoya aştiyê jî pêk bê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê destura bingehîn bê guhertin.”
Divê herçar alî bên gel hev
Dr. Ala Noorî Talabanî balkişand ser yekitiya Kurdan û got:“Em hemû Kurdin. Ji ber vê em li parçeyên cuda bijîn jî tiştên neyînî bandor li ser me hemûyan dike. Çareseriya pirsgirêka Kurd wê ji bo feydeya hemû kesî be. Ji salên 60-70’ê heta niha ev şer didome. Di pêvajoya aştiyê de em amade ne ku her rolî bigirin. Dema ku Kurdên Başur, Bakur, Rojhilat û Rojava di aramiyê de bijîn hatiye.” Dr. Ala Noorî Talabanî destnîşan kir heyeteke ji Bakur ji DEM Partî û Kurdên Bakur pêk tên hatiye Başur û û lîderên herêma Kurdistanê ziyaret kiriye û got:“Di hevdîtinê de fikr, nêrîn û pêşniyar hatin parvekirin. Em ji van serdanan gelek kêfxweş bûn. Lîderên li Başur li gorî min derxistin holê ku ji bo pêvajoyê ji bo her cureyê alîkariyê amade ne.” Dr. Ala Noorî Talabanî balkişand ser tevlibûna jinan a pêvajoyê û got:“Em dizanin ku çiqas jin tevli pêvajoyê aştiyê bibin wê encamek evqas baş bê girtin. Tevlibûna jinan a pêvajoyên aştiyê her tim erênî bûye û baş bûye.”
JINNEWS/MELEK AVCI