DAIŞ’ê cotkarekî Kurd revand

În 4 Tîrmeh 2025 - 03:25

Fermandarê Pêşmergeyên Xwebexş Xazî Feysel ragihand ku di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên ser bi bajarokê Pirdê, cotkarek ji aliyê sê çekdarên ku tê gumankirin endamên DAIŞ’ê ne ve hate revandin. Xazî Feysel diyar kir ku pêr danê êvarê di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên ser bi bajarokê Pirdê, sê çekdarên ku tê gumankirin endamên DAIŞ’ê ne, cotkarek bi navê Arî Remezan Osman revandin. Hate diyarkirin ku wesayîta cotkar di navbera gundên Bîbanî û Kelhur de hatiye hiştin û cotkar winda ye. Xazî Feysel da zanîn ku hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariya sînorê Pirdê dest bi lêgerîna welatiyê hatî revandin kirine.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.