Polîtîkaya çewisandina Kurdî heye

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 7 Çile 2023 - 04:53

FETHÎ BALAMAN/MA/SÊRT

 

Hevserokê Botan-DER'ê Metîn Kiliçaslan bal bire ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdî û ji bo xwedîderketina li Kurdî bang li xelkê kir. 

Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Botanê (Botan-DER) ku li Sêrtê hatiye avakirin, li dijî zextên li ser Kurdî û polîtîkayên asîmlasyonê dixebite. Hevserokê komeleyê Metîn Kiliçaslan got, li bajêr li dijî Kurdî polîtîkayên taybet tên birêvebirin û bal bire ser pratîkên qeyûmên şaredarî dagir kirine. Kiliçaslan anî ziman ku li ser Kurdî polîtîkayeke çewisandinê ya sîstematîk heye û got, "Avakirina komeleyê li bajêr bû cihê kêfxweşiyeke mezin. Li bajêr fûryayeke çavtirsandinê ya mezin hatiye afirandin. Extiyarên ku bi Tirkî nizanin jî bi Tirkî bi neviyên xwe re diaxivin. Me di serdanên xwe yên li malan de ev dît. Malbat bi israr bi Tirkî bi zarokên xwe re diaxivin. A rast ev yek, xeteriya rewşê dide der."

 

Ji dêvla ‘ax Kurdistan’ dibêjin ‘ax Gulistan’

Kiliçaslan bi bîr xist ku qeyûm tabelayên bi Kurdî yên li bajêr rakirine û navê park û kolanên bi navê rewşenbîr û nivîskarên Kurd guherandine: "Ji xeynî vê, mudaxileyî stranên li dawetan jî dikin. Stranên Tirkî tên ferzkirin. Mesela ji dêvla 'ax Kurdistan', dibêjin 'ax Gulistan'. Ev bi tena serê xwe înkarkirin  e. Em bang li xelkê bajêr dikin; dawetên xwe bi reng û dengê xwe bikin. Li Sêrtê hem çanda Botanê hem jî ya Xerzanê heye. Yanî cihekî pirçandî ye. Em bi vê ferasetê nêz bibin. Em li ber ti çewisandinê bi paş ve gavê neavêjin." 

 

‘Em ê li tax û gundan jî bicivin’

Kiliçaslan da zanîn ku ev mehek e wan dest bi perwerdehiyê kiriye û ji bo kursên li komeleyê jî got; "Me bi du polan û 4 mamosteyan dest bi perwerdehiya asta yekemîn kir. Miracaetên kursan didomin. Gelek kesan miracaetî komeleyê kiriye. Piştî miracaet bi dawî bibin, em ê polên nû vekin. Me bi asta yekemîn dest pê kir. Paşê em yên didu û sêyan jî bidin. Kesên bên asta mamostetiyê em ê sertîfîkayên wan bidin wan. Paşê kesên mezûn bibin, dikarin bên li vir dersê bidin. Perwerdehî dê tenê ne li komeleyê be. Em ê li tax û gundan bi gel re bicivin û perwerde bikin. Em ê bi çalakiyên bi Kurdî bên cem hev. Em ê tirsa li ser Kurdî hatiye afirandin, bişikînin. Em warên jiyanê hemûyan bikin Kurdî."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.