• Peykersazê Ingilîz Anthony Gormley bi pêşangeha xwe ya bi navê “Body Politic” balê dibe ser bedena insan a polîtîkbûyî. Her wiha ew bi peykerên xwe yên mezin û piçûk têkiliyên insanan ên bi pîşesaziyê re û her wiha têkiliya di navbera koçberî û penaberiyê de jî bi mefhûma “rageşî”yê tîne ziman.

ARDÎN DÎREN

Li dinyayê, nexasim jî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, hin ramanger bi sosyolojiya bedenê daketin û bedena insan bi gelek awayî nirxandin. Li gorî Michel Foucault bedena insan bi her awayî di bin zexta desthilatê de ye û ji piçûkatî ve bedena insanan bi rêya mekanîzmayên desthilatê tê dîzaynkirin. Foucault ji bo vê îşaret bi teoriya xwe ya “civakên bi disîplîn” dikir, wî ev teoriya xwe bi têgehên weke “biyo-desthilat” û “biyo-polîtîka” rave dikir.  Her wiha yek ji ramangerên sedsala 20’an Pierre Bourdieu jî li ser serîtewandina insanan ango îtaetê sekinî û îtaetê weke “zordestiya bi bedenê bûye” şirove kir. Wî jî beden bi awayekî sosyo-polîtîk nirxand û gelek tişt nivîsandin li ser têkiliya beden, îtaet û zordestiyê.

Gava min li peykerên Anthony Gormley nihêrî, bivênevê ev tişt hatin bîra min. Peykersazê Ingilîz Anthony Gormley bi pêşangeha xwe ya bi navê “Body Politic” (Polîtîka Bedenê) bi bedena insanan dadikeve û bedena insan li mekanên ku ew maneyekê bi wan ava dike, nîşan dide. Pêşangeha wî li “White Cube Galery” a Londonê vebûye û heta 28’ê Kanûna Paşîn (Çile) a 2024’an ew ê li xelkê vekirî be. Anthony Gormley ku ji sala 1960’î ve bi bedena insan dadikeve û bi rêya peykeran têkiliya di navbera insan, xweza û dinyayê de şirove dike, dîsa peykerên wiha çêkirine yên ku serdêran li ser van meseleyan dihizirînin.

Anthony Gormley herî zêde bi peykerê xwe yê “Angel of the North” ê ku di sala 1998’an de çêkiribû, tê naskirin. Lê ew bi înstalasyonên xwe yên mezin jî tê naskirin. Ji bo înstalasyon û peykerên mezin çêke, referansa wî beriya her tiştî bedena wî ye û ew paşê jî formên bedena insanan derdixe pêş û şirove dike.

Pîşesazî, koçberî û penaberî

Wî di pêşangeha xwe ya “Body Politic” de jî bal biriye ser têkiliyên insanan ên bi pîşesaziyê re û her wiha têkiliya di navbera koçberî û penaberiyê de jî bi mefhûma “rageşî”yê tîne ziman. Di pêşangehê de hin peykerên wî yên mezin ên bi tenê hene. Weke nimûne, peykerê wî yê bi navê “Bind” li navenda pêşangehê hatiye bicihkirin û ji hesin hatiye çêkirin.  Ev peyker weke fîgurekî mezin hatiye sêwirandin. Peyker ewqasî mezin e ku digihîje esreqa galeriyê û hêleke peyker jî pala xwe daye dîwarên galeriyê. Li odeyeke din a galeriyê jî 244 fîgurên ji kîlê hene. Wî navê “Resting Placa” li van fîgurên xwe kiriye. Hin ji van fîguran weke ku xwe dirêj kiribin, pirr rehet tên xuyakirin û hin ji wan jî weke ku êş û azarê dikişînin, qet ne rehet in. Çend peykerên wî yên li pêşangehê jî behsa zehmetiyên koçberî û penaberiyê dikin. Gava ku ew bi pevçûnan rû bi rû dimînin û dixwazin ji van pevçûnan birevin. Her wiha ew bi van peykerên xwe xetera li pêş penaberan jî rave dike.

‘Mekanên bûyinê’ yên ku psîkolojiyekê ava dikin

Gormley ji bedenê bêhtir peykersazê hiş û aqil e, yanî ew bi hişmendiyê dadikeve. Ew mekan û cihên hunerî jî weke warên ku hest û hizrên insanan derdixin holê, dibîne û ji wan mekanan re yên ku xebatên xwe li wir nîşan dide jî dibêje “mekanên bûyinê”. Ji xwe berhemên wî jî fîgurên insanan derdixin pêş, hebûna insan, ponijîn û têgihîştina li hin tiştan babetên wî yên sereke ne ku ew bi wan dadikeve. Her wiha ew bi van peykerên xwe hestyariyê jî ava dike bi insanan re û mekanên ku ji bo berhemên xwe dineqîne, psîkolojiyekê ava dikin. Yanî ew bi her awayî li mekan û psîkolojiya ku mekan diafirîne, difikire û di vî warî de weke mîmarê serpêhatiyên insanan jî tê zanîn. Ji lewre, her peykerekî wî serpêhatiya mirovahiyê ya dûr û dirêj şirove dike.

Hîna jî hewl didim ji peyker fêm bikim

Anthony Gormley dibêje, “Ez ji wan çîrokên ku dibêjin ´gava ez şeş salî bûm min dizanîbû ez ê bibim hunermend û ti şik û gumana min ji vî tiştî tinebû´ qet bawer nakim” û ew peykersaziyê ji bo xwe bi vî awayî şirove dike; “Di her kêliya jiyana xwe de ez bi şik û gumanan re mam. Hîna jî baş tênegihîştime bê ka peyker çi ye û bi kêrî çi tê, hewl didim ji peykerî fêm bikim. Her wiha dixwazim fêr bibim ka peyker dikarin ji bo me insanan çi bikin? Û weke malzemeyekî afirîner li ser peykeran difikirim.”