Polîsan îşkence li kurê min kirin

În 11 Nîsan 2025 - 02:50

Kaan Kutuk ê ku dema hewl dida li Saraçhanê jinekê ji tundiya polîsan rizgar bike, bi îşkenceyê hat binçavkirin. Dayika Kaan Kutuk Candan Kutuk got, “Rûyê wî mor û şîn bibû. Pozê wî şikestî bû û parsûyên wî diêşiyan.”

Di çalakiyên ku bi betalkirina dîploma û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzetê Serokkomariyê yê CHP'ê Ekrem Îmamoglû re dest pê kir de yek ji wan kesên ku di çalakiyan de hatin binçavkirin, koryeyê motorsîkletê Kaan Kutuk ê 23 salî ye. Kaan Kutuk ê ku dema xwest jineke ku di çalakiya li Saraçhaneyê de bi tundiya polîsan rû bi rû ma, rizgar bike, ji aliyê polîsan ve lêdan xwar û hat binçavkirin.

Dayika Kaan Kutuk, Candan Kutuk axivî û diyar kir ku polîsan pêşî gaza îsotê li kurê wê kirine û piştre sê polîsan bi cop û kaskan îşkence kirine. 

Li ser destan şopa cixareyê 

Candan Kutuk, anî ziman ku Kaan Kutuk 8 saetan di wesayîta binçavkirinê de destên wî ji piştê ve kelepçekirî hatiye ragirtin û got ku bêyî nîşanî malbatê bikin rakirine nexweşxaneyê. Candan Kutuk, anî ziman ku li ser destên ciwanên hatin berdan şopa cixareyê ya ku hatiye vemirandin dîtiye.

Pozê wî şikestî bû

Dayika ku di Cejna Remezanê de karî kurê xwe li Girtîgeha Marmarayê bibîne, diyar kir ku kurê wê tenê hewl daye jinekê biparêze û got, “Çend kêlî avêtibûn serê wî. Rûyê wî mor û şîn bibû. Pozê wî şikestî bû û parsûyên wî diêşiyan.” Û li hemberî bûyerên qewimîne nerazîbûn nîşan da.

Wê giliyê polîsan bike 

Candan Kutuk, xwest polîsên berpirsyar bên girtin û cezakirin û got, "Zarokên me bêguneh in. Em qîmîşê zarokên xwe nakin lê polîs heta ji wan hatî îşkence li kurê min kirine. Li wan xistin û girtin. Êdî ji bo min ne xew û ne jî aramî nemaye."

Kaan Kutuk, di 24'ê Adarê de bi biryara dadgehê hat girtin, ewil şandin Girtîgeha Metrîsê û piştre jî şandin Girtîgeha Marmarayê.

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.