Polêsên qatilan diparêzin êrişî ciwana dikin

Şemî 22 Tîrmeh 2023 - 01:13

Ji bilî çalakiya femrî ya bibîranîna şehîdên Komkujiya Pirsûsê, pêr êvarê li Stenbolê ciwanan bi boneya salvegera 8´an a komkujiyê, li Kadikoyê meşek li dar xist. Polêsan êrişî ciwanan kir û ew kirin nezaretê û gava ew kirin nezaretê jî êşkence li wan kir. 

Rêxistinên Ciwanan bi boneya salvegera 8´an a Komkujiya Pirsûsê xwest ku li ber Operaya Sureyya ya li Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polêsê Tirk ew asteng kirin. Ji ber wê jî Rêxistinên Ciwanan li gelek deverên Kadikoyê meşiyan.

Polêsên ku ji bo girtina qatilên komkujî kirî ti tişt nekir, êriş bire ser daxwaza ciwanan a ji bo edaletê. 

Bi dehan ciwanan pankarta li ser “Edalet ji bo Pirsûsê, edalet ji bo her kesî“ hilda û dirûşmeya “Pirsûsê ji bîr neke, nehêle ji bîr bibe“ got. Ew ji Rawestgeha Ayrilikê ya Marmarayê ber bi Operaya Sureyya ve meşiyan. Di dema meşê de polêsên Tirk êrişî wan kir. Polêsan gelek ciwan kirin nezaretê, li wan xistin û destên wan ji paş ve kelemçe kirin. 

 Bi dehan ciwan li Rihtima Kadikoyê jî hatin ba hev û rê li çûnûhatinê girtin. Di pey re polêsên Tirk êrişê van ciwanan jî kir û dor li wan girt.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.