7 sal in li benda edaletê ye

Yekşem 16 Tîrmeh 2023 - 14:06

MAZLÛM ENGÎNDENÎZ / MA / COLEMÊRG

Li taxa Gungor a navçeya Gevera Colemêrgê di 16’ê Tîrmeha 2017’an de polîsan avêtibû ser mala Necmettîn Fendîk û di encama gullebaranê de wî kuştibûn. Tevî ku têkildarî kuştina Fendîk de doz hatiye vekirin jî 7 sal in hê jî bi dawî nebûye. Polîsê bi navê A.F.K. ji dozê wek bersûc tê darizandin û doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Geverê berdewam dike. Hat zanîn ku A.F.K. e ji sûcê “bûye sebebê mirina bi qisûr” tê darizandin li ser wezîfeya xwe ya polistiyê ye. 

Divê kujer bê cezakirin

Hevjîna Fendîk, Kudret Fendîk got 7 sal in ew û zarokên xwe têkoşîna edaletê bi rê ve dibin û got: “Polês di hemû rûniştinan de dibêjin, ‘heke me wî nekuşta, wê wî me bikuşta’. Lê tiştek wiha tune ye. Çima wê hevjînê min wan bikuje? Em vê zilma li me tê kirin qebûl nakin. Em dixwazin kujer werin cezakirin. Heta niha me bi her awayî rastiya bûyerê vegotiye. Di tu îfadeyên me de nakokî nîne. Lê di darizandinê de îfadeyên polîsan her tim bi nakokî bû.” 

Bavê me çima hat kuştin? 

Kudret Fendîk anî ziman ku 7 sal in zarokên wê her tim jê dipirsin, “Bavê me çima hat kuştin, çima li me wisa kirin. Çima sûcdar nayên cezakirin?” û got: “Em ê her li mafên xwe bigerin. Heta ku em bimirin em ê ne di bin zextên wan de bin. Bi salane panzêrên wan tên ber deriyê me û me ditirsînin. 7 sal in vê tînin serê me. Ez bi tena serê xwe 9 zarokên xwe mezin dikim. Di serdegirtinê de 40 hezar lîre pereyên me desteser kirin û 3 sal şûnve tenê 8 hezar lîre dan me. Zilma ku li hevjînê min hat kirin, bila li zarokên min jî neyê kirin.” 

Terorîst ew in! 

Fendîk anî ziman ku di serdegirtinê de polêsan ji wan re gotiye, “terorîst” û wiha got: “A rast terorîst ew in ku me dikujin. Hevjînê min li ber çavên min û zarokên min qetil kirin. Em ê qet vê hovîtiyê ji bîr nekin. Em dixwazin kujerên me bên cezakirin. Keçika min a biçûk Efrîn 6 mehî bû û niha bûye 7 salî. Her tim li bavê xwe dipirse. Zarokên min jî her tim behsa bavê xwe dikin. Zarokên min dixwazin kujerên bavê wan bê cezakirin.” 

Tekoşîn wê bidome 

Fendîk destnîşan kir ku ew di salvegera 7’emîn kuştina hevjînê xwe de tenê daxwaza wê ew e ku faîl bên cezakirin û ew ê heta dawiya emrê xwe têkoşîna xwe bidomînin û heta kujer neyên cezakirin wê dest ji dozê bernedin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.