Polês dîsa êrişî Kurdan kir

Sêşem 31 Gulan 2022 - 22:18

  • Li Ewrûpayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) meşên dirêj dewam dikin.

DENIZ BABÎR / DUİSBURG

Li Ewrûpayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) meşên dirêj dewam dikin. Meşa dirêj a kun 40 ciwanê Kurd û ênternasyonalîst daye destpêkirin, di roja 4´an de dewam dike. li Ingilîstan, Swîsre û Yewnanistanê, meşên dirêj di roja xwe ya sisiyan de ne. Di meşa dirêj a li Elmanyayê de, duşema bihurî ciwanan li NCDK a Duisburgê semînerek da. Di dema meşê de ciwanan ji bo ku PKK ji lîsteya qedexekiriyan bê derxistin jî îmze hatin berhevkirin. 

Qedexeyeke kêfî

Doh polêsê Elman bi awayekî kêfî, posterên Rêber Abdullah Ocalan û alayên TCŞ´ê qedexe kirin. Wan ser logoya di pankartê de jî girt. Ciwan wê îro çalakiya xwe li Dusseldorfê dewam bikin. 

OPCW bila wezîfeya xwe bike

Ji înternasyonalîstên tev li meşê bûne, Juna Becker ji me re peyivî û got, “Sîlehên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li Kurdistanê bi kar tîne, ji aliyê şirketîn navdar ên Elman ve di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de hatine çêkirin. Beramberî sîlehên kîmyewî nabe ku em bêdeng bin. Divê em ne tenê Tirkiyeyê, em hemû welatên li pişt vê êrişê teşhîr bikin. Pêşîgirtina li bikaranîna sîlehên kîmyewî li dera dinyayê wezîfeya OPCW’ê ye. Ji ber wê li şûna ji gerîla bixwaze îsbat bike, divê ew bi xwe teftîş bike."

Marlena Taube jî meşvaneke din a înternasyonalîst e. ew dibêje, “Bi sîlehên Elmanyayê mirov tên qetilkirin. Nabe ku em qebûl bikin, civaka Elman tenê berê xwe bide Ukraynayê û Kurdistanê nebîne."

Em ê pêngavê bi serfiraziyê tacîdar bikin

Meşa Dirêj a Ciwanan li Swîsreyê jî didome. Pêr li bajarê Solothurnê daxuyaniya çapemeniyê hatibû dayîn û ciwanan meşa xwe li bajarê Grenchenê qedandibû.

Ciwan doh sibehê li Zentralplatzê kom bûn û meşa xwe dewam kirin. Beriya wê jî bi daxuyaniyekê wan got, “Gerîlayên PKK’ê li hemberî konsepta êrişa li ser her çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe didomînin. Peywira me ciwanan jî ev e ku em xwedî li têkoşîna gerîlayan derkevin. Li hemberî dagirkerî û xiyanetê em ê pêngava Werin Cenga Azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Ciwanan ji bo bikaranîna çekên kîmyewî protesto bikin, kîsên spî li xwe kirin û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin jî îmze kom kirin.
Meşa dirêj a ciwanan li Yewnanîstanê doh di roja xwe ya duyemîn de dewam kir. 

Ciwanê êvarê li Marco Paulo meşiyan, di roja duyemîn de wan berê xwe da Palaniayayê. Li ser pankartên ciwanan "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werîn Cenga Azadiyê" û "Defend Kurdistan " dinivîse. Ciwan wê îro meşa xwe dewam bikin û bigihêjin Atînayê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.