Polês dest li kujer werneda 

Sêşem 3 Çile 2023 - 00:51

Munzur Balaman xwediyê dikana berber e, ya ku lê tetikkêşê komkujiya Parîsê ya 23’yê Kanûnê lê hat girtin. Wî û karkerê wî Sînan Yolcu, tevî mişteriyê xwe Huseyîn Gok, tetikkêşê komkujiyê William M. girtin, û teslîmî polêsan kir. Her sê jî dibêjin, wan wezîfeya xwe kiriye, ev ne lehengî ye.

William M. ê ku berê du caran êrişî penaberan kiribû û salekê di hepsê de mabû, 23’yê Kanûna 2022’yan berê xwe da kolana Rue d´Enghien ya ku Navenda Çandê ya Ahmet Kaya lê bû. Vî tetikkêşê hanê, yê ku behsa têkiliyên wî yên bi istîxbarata Tirk û nijadperestên Tirk re jî tê kirin, li Navenda Çandê komkujiyek kir û Endama Konseya Rêveber a KCK´ê Evîn Goyî, hunermendê Kurd Mîr Perwer, welatparêz Abdurrahman Kizil şehîd kirin.

Vî kesî xwest bi dewam êrişa xwe ya li ser rê bêhtir Kurdan şehîd bike, bi ser restoranta Avesta û dikana berber a Munzur Balaman de jî girt. Munzur Balaman, karkerê wî Sînan Yolcu û mişteriyê wî Huseyîn Gok êrişkar bêtesîr kirin û teslîmê polêsê Fransî kirin. Ew her sê di çapemeniya Fransî de weke lehengan hat nîşandan, lê gava wan behsa xwe kir, got, “me wezîfeya xwe kir, ev ne lehengî ye.”  

 

Pîlana qatil dewam dikir

Pêr li ser kanala televizyonê ya populer a Fransî BFMTV´yê, Balaman, Yolcu û Gok peyivîn. Wan kite bi kite behsa qewmîna bûyerê kir. Huseyîn “Gok dibêje, “Serê pêşî, me dengê guleyan bihîst. Gava me berê xwe da derve, êdî ti tişt ne xuya bû. Paşê me dît zilamekî kal ber bi me ve hat. Hinekî jihevdeketî xuya bû, lê hîna wî sîleha xwe nekişandibû. Paşê wî ji ber xwe kişand. Û bi carekê, me xwe weke kuştî hîs kir. Me “hemûyan berê xwe da dawiya dikanê. Lê vî kesê hanê her xwe nêzîkî me kir. Me xwe neçar hîs kir ku em xwe biavêjin ser wî. Heger me wiha nekira wê tiştên gelekî xirabtir biqewimîna.”

 

Ersan esas wêrek bû!

Esas, kesê bi navê Ersan pêşî bi wêrekî xwe avêtiye ser tetikkêşê komkujiyê, û ew bêtesîr kiriye. Munzur Balaman dibêje, “Me 6´an xwe li paşiya dikanê di tuwaletê de veşart. Gava Ersan jî ber bi me ve hat, min jê re got, rê nîne, divê tu wî bisekinînî, divê tu xwe bavêjî serê.”

Sînan Yolcu bi ser gotinên wî ve temam dike: “Pêşî Ersan xwe çeng kir. Paşê me hewl da sîleha wî ji wî bistînin. Lewma me dît ew dixwaze pîlana xwe bibe serî. Me pê karî û sîleh jê stend. Lê di heman demê de diviyabû em bi hewara birîndaran ve jî biçin.”

Ew gazinan jî dikin ji derengmana polêsan; lewma piştî ku wan tetikkêşê komkujiyê girtiye bi 20 deqîqeyan polês hîna nû hatine cihê komkujiyê. Yanî rexneya sereke ya li polêsê Fransî, hem neparastina komeleya di bin çavdêriyê de ye û hem jî destwernedana komkujiyê ye.

Îro cenazeyên hersê şehîdan wê ber bi Kurdistanê ve bên şandin û roja şemiyê (07.01.2023) jî wê li Parîsê xwepêşandaneke mezin li dijî komkujiyê bi rê ve biçe.

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.