- Li seranserê Ewrûpayê çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û şermezarkirina texrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hebûn.
Li seranserê Ewrûpayê çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û şermezarkirina texrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hebûn. Li paytexta eyaleta NRW ya Elmanyayê Dusseldorfê, tevî destwerdana polîsan jî çalakî hat kirin.
Li Dusseldorfê, Kurdistanî û dostên wan li ber DGB’ê hatin ba hev ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêber Abdulah Ocalan. Polîsan hewl da çalakiyê asteng bike, lê xelkê mitînga protestoyî li dar xist.
Kurdistanî û dostên wan xwestin bi pankart, dowîz û alayên YPG û YPJ’ê bimeşin. Lê belê polîsan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ’ê kirin hincet û meş asteng kirin. Kurdistaniyan û dostên wan nerazîbûn nîşanî helwêsta polêsê Elman da û çalakiya rûniştinê û mitîng li dar xist.
Hevserokê FED-MED’ê Engîn Sever li vir got, “Her çiqasî alan qedexe bikin jî nikarin sembolên me ji dilê me derxin. Em xwendekarên Rêber Apo ne. Em qedexeyan qebûl nakin.”
Li bajarê Elmanyayê Darmstadtê Kurdistanî ji Friezenplatzê bi gotina dirûşmên "Bijî Serok Apo", di nava bajêr re meşiyan û paşê dîsa li Frienzenplatzê vegeriyan. Kurdistanî tevî dostên xwe li Lautengerstrasseya Stuttgartê jî meşiyan. Di meşê de tim dirûşmên "Bila tecrîd bi dawî bibe", "Azadî ji Ocalan re", "Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime" hatin gotin.
BRUKSEL: Kurdistanî tevî dostên xwe li Place de la Monnaie kom bûn û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya NAV-BEL'ê Orhan Kiliç li vir got, "Em; civaka Kurd a li Belçîkayê li pişt Rêberê xwe ne."
PARÎS: Çalakî bi banga CDK-F û TJK-F li Meydana Republiqueyê pêk hat. Çalakgeran êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan. Piştî meşa ber bi Meydana Bastille, Hevserokê CDK-F'ê Veysel Keser axivî û got, "21 sal in birêz Abdullah Ocalan tecrîdkirî ye. Em ji vir berxwedana wî silav dikin. Azadiya gelê Kurd, Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibe."
MARSÎLYA: Bi beşdariya bi hezaran kesî meşek hate lidarxistin û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin. Kurdistanî û dostên wan li Meydana Canabiereyê kom bûn û heta meydana Vieux-Portê meşiyan. Wan dirûşmên "Kujer Edogan", "Bimire xiyanet" û "Her der berxwedana Heftanînê ye" gotin.
DEN HAAG: Li vî bajarê Holandayê, tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, bi çalakiyeke li pêşberî stasyona navendî hatin şermezarkirin. Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bang li saziyên pêwendîdar hate kirin da ku wezîfeya xwe pêk bînin.
BASEL: Li vî bajarê Swîsreyê li De-Weitte Parka Bahnoplatzê çalakî hebû. Xelkê posterên Abdullah Ocalan, alayên PKK, YPG û YPJ’ê hildan. Hevserokê CDK-Swîsreyê Alî Şîmşek û siyasetvanê Kurd Bûrhan Karadenîz di çalakiyê de axivîn. Wan li hemberî êrişên dagirker ên li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiya Kurdan bang kir û bal bire ser tecrîda 21 salan a li ser Rêber Abdullah Ocalan.
Çalakî wekî din li paytexta Swêdê Stockholmê, li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê, li paytexta Fînlandiyayê Helsînkiyê, li bajarê Fransayê Rennesê jî bi heman armancê hebûn. NAVENDA NÛÇEYA