PM ya DEM Partiyê: Divê Ocalan azad bibe
Yekşem 27 Cotmeh 2024 - 16:30
- Meclîsa Partiyê (PM) ya DEM Partiyê derheqê nîqaşên dawî yên li ser pirsa girt daxuyaniyek da. Di encamnameya civînê de azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate xwestin û hate gotin,’’Di serî de azadiya Wî ya fîzîkî divê şert û mercên ji bo karkirinê ya azad, ewlekarî û tenduristiyê bêne afirandin ku ev yek ji bo vekirina rêya aştiya civakî gelekî girîng e.’’
Di encamnameya civîna Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê de ku li Enqereyê pêk hat, bûyerên li herêmê û cîhanê yên aborî, civakî û siyasî hatin nirxandin û li gorî tespîtên hatin kirin, armancên rêxistinî û polîtîk hatin diyarkirin, li ser bernameya têkoşînê biryar hatin wergirtin.
Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê anî zimên desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi salan e hewl dide destketiyên gelan ên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe, li herêmên dagirkirî çete bi cih kirine, niha jî tasfiyekirina van çeteyan di rojevê de ye û domand:’’Polîtîkayên xwe yên dagirkerî û îlhaqê yên li Başûrê Kurdistanê jî bi rengekî cidî xitimî ne."
Em nahêlin ser pirsgirêkê binuxmînin
Di encamnameyê de işaret bi gotinên 'asayîbûnê' hate kirin ku ji nû ve ketiye rojevê û hate gotin, "Partiya me ku bi salan e berdêlên giran dide û hewl dide di nava her şert û mercî de eniya li dijî şer mezin bike, daxwaza aştiyê civakî bike, wê rê nede ku gotinên asayîbûnê ji bo nixumandina pirsgirêkên heyî bêne bikaranîn. Erênî ye ku nîqaşên li ser çareseriyê ji nû ve ketiye rojevê, lê belê ji nû ve bilêvkirina gotinên 'teslîmwergirtinê' wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên Tirkiyeyê neke.
Hewceyî bi destûreke demokratîk heye
DEM Partiyê bi domdarî anî zimên ku ew alîgirê çareseriya li ser bingeha wekheviya gelan, demokratîk û wekheviyê ne, diyar kir ew dixwazin destûreke bingehîn a demokratîk, komarake demokratîk û azad were avakirin û got,’’Li ser vê bingehê, eger li Tirkiyeyê wê çareseriyek pêk were divê daxwaza aştî û demokrasiyê ya civakê bê birêxistinkirin, bi hemû dînamîkên xwe bikeve nava liv û tevgerê û bi înîsiyatîf rabe. Aştî tenê di navbera partiyên siyasî û aliyan de nabe; xwedîderketineke civakî divê. Ji ber vê jî em bi têkoşîn û îradeya hevpar a gelan çareseriyeke mayinde ava bikin.’’
Di serî de azadiya fizîkî ya Ocalan
DEM Partiyê di encamnameyê de wiha got: ‘’Ji bo aştî û çareserî bibe rêya rasteqîn, weke gava destpêkê û herî girîng divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bê rakirin ku pratîka hiqûqa şerê taybet e. Rola krîtîk û diyarker a Ocalan di pêvajoyên çareseriyê de li ber çavan e û ne cihê nîqaşê ye. Hevdîtina dawî ya piştî tecrîda mutleq a 43 mehan girîng û erênî ye, lê tecrîd hîn jî dewam dike. Weke ku wî bi xwe got, 'Eger şert û merc bêne afirandin ez xwedî hêza teorîk û pratîkî me ku pêvajoyê ji zemîna şer bînim ser zemîna hiqûqî û siyasî ' di serî de azadiya Wî ya fîzîkî divê şert û mercên ji bo karkirinê ya azad, ewlekarî û tenduristiyê bêne afirandin ku ev yek ji bo vekirina rêya aştiya civakî gelekî girîng e. Zemîna danûstandin û diyalogê, tenê di çarçoveya şert û mercên azad û wekhev de dikare rasteqîn û mayinde be.’’
NAVENDA NÛÇEYAN