Plansaziya çalakiyên mezintir

În 26 Tîrmeh 2024 - 02:35

Tecrîda domdar û mitleq a li ser Rêber Ocalan her ku diçe li nav raya giştî zêdetir dibe sedema nerazîbûnan û raya giştî tecrîda li ser Ocalan weke rawesta li ser şer dibîne û bandorên pirhêlî yên tecrîdê li ser xwe jî dijî. Bi vê çarçoweyê MED TUHAD-FED dijî tecrîdê, bi mebesta rabûna tecrîdê plansaziyeke nû ya çalakiyê daye ber xwe. 

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED) xwe amade dike ku li dijî tecrîda mûtleq a li ser Rêber Abdûllah Ocalan ku ev 41 meh in agahî jê nayên wergirtin bernameyeke nû ya çalakiyê bide destpêkirin. 

Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat, destnîşan kir ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin û wiha got: “Berdelê vê rewşa astengkirina hevdîtinê ji bo Tirkiyeyê gelekî giran e. Hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn fatoreyeke gelekî giran a vê pêvajoyê didin. Tecrîd, dibe sedem ku hawîrdora bi şer a li Tirkiyeyê berdewam bike. Ji ber vê yekê hemû beşên civakê yên li Tirkiyeyê jê bandor dibin. Ji bo ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd were astengkirin bi israr tecrîd tê domandin.’’

Tecrîd rawesta li ser şer e

Canpolat, bal kişand ku li tu dera cîhanê rewşeke mîna tecrîda li Îmraliyê nîne û wiha berdewam kir: “Ev pergal, pergaleke tenê aydê Tirkiyeyê ye. Pergala desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Ev pergal dermirovî ye. Giranbûna tecrîdê hinekê jî israra di şer, pevçûn û xizaniyê de ye.” Canpolat, da zanîn ku kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku têkildarî tecrîdê ye ji cotmeha 2023’yan ve didome û diyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de hin çalakî û aktîvîte hatin kirin. Canpolat, anî ziman ev yek têra nakin û wiha dirêjî da azaftina xwe: “Ji ber ku ev tecrîd bandorê li hemû gelan dike, em dixwazin bi awayekî xwe bigihînin her kesî û her kesî bikin hevkarê van çalakiyan. Em di wê baweriyê de ne ku divê seferberiyên nû li şûna Kurdistanê li Tirkiyeyê belav bibin. Hestiyariyek çêbû, tecrîd bû rojev lê têre nake. Em weke federasyonê modelên çalakiyê yên birêxistintir û bilindtir nîqaş dikin.”

Şandeya diyaloga wê were avakirin 

Canpolat, da zanîn planên wan hene bi avakirina heyetan re bi hemû partiyên siyasî yên li Enqereyê re hevdîtinê bikin û ev tişt got: “Em ê bi sazî, rêxistin, sendîka û nûnerên biyanî re hevdîtinan bikin. Di nav şandeyên me yên ku bên avakirin de dê parlamenter, rûspî, dayik, nivîskarên ku li Tirkiyeyê tên nasîn hebin. Şande dê an hefteyê rojekê an jî 15 rojan carekê bi saziyan re hevdîtinê bike û berdela tecrîdê ya ji Tirkiyeyê re û neyîniyên wê hewl bide vebêje. Ji bilî vê plansaziyeke ku bi hemû beşên civakê re bicivin û tecrîdê û encamên wê nîqaş bikin heye. Pêşniyar hene ku li Ewropayê jî semîner bên lidarxistin. Tişta ku bi semîneran tê armanckirin ew e ku hawirdora şer a li Tirkiyeyê, tecrîd û şertên nebaş ên li girtîgehan bên vegotin.”

Tecrîd rojeva sereke ye

Canpolat, bi lêv kir ku ji bo demeke kurt plansaziya meşan tê kirin û da zanîn ku piştî plansaziya çalakiyan derket holê dê bi rayagiştî re parve bikin. Canpolat, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rojeva me ya sereke tecrîd e. Sedemê vê jî ew e ku tecrîd girêdayî hawîrdora şer, bêhiqûqî, binpêkirina demokrasiyê ya li welat e. Tecrîd bandorê li hemû jiyana me dike.”

 MA/MUJDAT CAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.