- Fîlozof Žižek, xelatgira Nobelê Elfriede Jelinek, hiqûqzanê hiqûqa navneteweyî û destûrî Prof. Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC´yê Prof. Gunter û 25 siyasetvan, nivîskar, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqzan û hunermendan Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kir. Wan kampanyaya ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst a YE´yê bê derxistin jî da destpêkirin.
Siyasetvan, nivîskar, fîlozof, aktîvîstên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermend, bi giştî 29 kesan Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ava kir.
Xwediyê Xelata Nobelê Elfriede Jelinek, Fîlozof Slavoj Žižek, Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Norman Paech, Sekreterê Giştî yê EUTCC’ê Prof. Michael M. Gunter, ji damezrînerên Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo, Nora Cortinas jî tevlî Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûn. Înîsiyatîfê pêre pêre jî dest bi karê xwe kir. Wê kampanyayek da destpêkirin ji bo ku PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bê derxistin.
Înîsiyatîfê got, divê PKK ji lîsteyê bê derxistin: “Ji bo aştî, demokrasî û mafên mirovan em bang li Konseya Yekîtiya Ewrûpayê (KE) dikin da ku PKK’ê ji Lîsteya Rêxistinên Terorê derxîne.”
Divê PKK ne di lîsteyê de be
Înîsiyatîfê ji bo çareseriya siyasî ya şerê dewleta Tirk li dijî Kurdan, got, “Çareseriya aştiyane û siyasî bi diyalogê û danûstandinan dibe. Pêvajoyeke mihtemel a diyalogê û danûstandinan, divê bi beşdariya PKK´ê û hemû aliyan pêk were. Lê belê bicihkirina PKK’ê li lîsteya rêxistinên terorê bi tena serê xwe li pêşiya diyalog û danûstandinan asteng e.”
Înîsiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî got, ji bo vê jî bingeh û sedemên hiqûqî hene. Wê rola PKK´ê û Kurdan di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi bîr xist û di dewam ê de got, “DAIŞ’ê di havîna 2014’an de beşeke mezin a xaka Iraq û Sûriyeyê dagir kiribû; di dema vê dagirkeriyê de dewleta Tirk bi rengekî eşkere piştgirî dabû DAIŞ’ê û ji bo DAIŞ êrişê bibe ser Kurdên li Rojava bi her awayî alîkarî dabû. Lê belê gerîlayên PKK’ê di têkbirina artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de bi roleke diyarker rabûn û DAIŞ hat şikandin.
PKK´ê pêşî li qirkirinê girt
PKK’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de tevî herêmên Mexmûr, Şengal û Kerkûkê yên li Iraqê, her wiha li Bakurê Sûriyeyê jî bajarên Kobanê, Reqa, Girê Spî, Serêkaniyê, Minbic û Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.
Di Tebaxa 2014’an de PKK’ê dest li komkujiya DAIŞ’ê ya li Şengalê werda û nehişt ku ev hovîtî mezin bibe; korîdoreke mirovî ava kir û bi hezaran Êzîdî ji komkujiyê rizgar kirin. Li Iraq û Sûriyeyê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi hezaran gerîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest dan.”
Lîste qirkirinê rewa dike
Înîsiyatîfê bi bîr xist ku PKK´ê hêza siyasî ya herî mezin a Kurdan e û bi vê yekê jî rewa ye û wiha dewam kir: “Dewletên serdest bi navê ‘şerê global ê li dijî terorê’ tinekirina muxalefetê, tepisandina têkoşîna maf û azadiyê, bi pênaseya ‘terorîst’ rewa dikin. Dewletên serwer bi ‘lîsteyên terorê’ û ‘lîsteyên qedexe’ yên ku bi xwe çêdikin, têkoşînên rewa yên civakan reş dikin; di encama van pênaseyan de jî kiryarên nehiqûqî û zordar, ji xwe re ‘rewa’ dikin.
Bicihkirina PKK’ê li lîsteyên terorê û qedexe, piştgiriya ji bo kirinên nehiqûqî, dij demokratîk ên dewleta Tirk ên li Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk xwe dispêre vê piştgiriya dewletên rojavayî û dagirkeriyê, talan, qirkirin û komkujiyan dike.”
Hema niha PKK´ê ji lîsteyê derxin
Di dawiyê de Înîsiyatîfê xwest tavilê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst a YE´yê bê derxistin: “Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya li Luksemburgê sala 2018’an bi biryarekê diyar kir ku PKK di navbera salên 2014-2017’an de bi rengekî neheq li ser lîsteya terorê ya YE´yê hatiye hiştin. Dîwana Edaletê bal kişand ser banga Abdullah Ocalan a sala 2013’an a ji bo aştiyê jî.
Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî sala 2020’an bi biryarekê destnîşan kir ku nabe PKK weke rêxistineke terorîst bê dîtin; PKK di çarçoveya hiqûqa şer de bi statuya aliyekî şer divê were nirxandin.
Bi van hincetan, em ên ku mohra xwe li binî hene;
Alîgirên aştî, demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê, dixwazin ku PKK tavilê ji lîsteyên terorê bê derxistin.”
Hefteya li dijî qedexeya PKK’ê
Bi dehan rêxistin û sazî li Elmanyayê ji bo rakirina biryara qedexekirina PKK’ê ya 28 salan, çalakiyan organîze . Çalakî wê di Mijdarê de hefteyekê dewam bikin. Wan qedexekirina PKK´ê ya ji 1993´yan ve ya li Elmanyayê bi bîr xist û got, ji hingê ve qedexe ji bo krîmînalîzekirina siyasetvanên Kurd û rêxistinên civaka Kurd hatiye bikar anîn û tenê di navbera 2016 û 2020’an de ji endamtiya PKK’ê û sûcên destekdayîna wê bi giştî 786 kes ketin ber lêpirsînê.
Wan got, Kurdên li Elmanyayê jî bi karên xwe ji bo çareseriya pirsa Kurd destekê didin hewldanên siyasî yên li ser esasê aştî û demokrasiyê yên PKK’ê. Sazî ji bilî çalakiyên cihî yên hefteyekê, çalakiyeke navendî jî 27´ê Mijdarê organîze dikin û dibêjin, "Li Komara Elmanya ya Federal rabûna qedexeya li ser PKK’ê û derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo çareseriya pirsa Kurd wê gavên girîng bin. Ji bo vê em ê 27’ê Mijdara 2021’ê li Berlînê li meydanan bin. 27’ê Mijdara 2021’ê li Berlînê tevlî çalakiyê bibin."
Damezrênerên Înîsiyatîfê
Kesên li jêr hem Înîsiyatîf damezirandin û hem jî banga li jor kirin.
Elfriede Jelinek – Nivîskar, Xwediyê Xelata Nobelê /Awusturya Slavoj Žižek – Fîlozof/Slovenya Janet Biehl – Nivîskar, Edîtor û hunermend/DYE Selay Ghaffar – Parêzvana Mafên Jinan û Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efganistanê Miguel Urbán Crespo
– Parlamenterê Parlamenta Ewropayê/Spanya Srećko Horvat – Fîlozof/Hirvatîstan David R. K. Adler – Dîrektorê Giştî yê Progressive Internasyonal Roberto Rampi – Senator û Parlamenterê Konseya Ewropayê/Îtalya Paolo Ferrero - Wezîrê berê û Alîkarê Serokê Partiya Çep a Ewrûpayê/Îtalya Gorka Elejabarrieta Díaz, Senatorê Spanî û Berdevkê Têkiliyên navneteweyî yê Partiya Baskê EH Bildu Prof. Norman Paech – Pisporê Hiqûqa Navneteweyî Prof. Kariane Westrheim – Seroka Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewrûpa-Tirkiye (EUTCC) /Norwêc Nils Andersson – Nivîskar û Edîtor/Fransa Joel Dutto – Endamê Koordînasyona Piştevaniya Kurdistanê/Fransa Nora Cortinas – Endama Damezrîner a Rêxistina Dayikên Plaza de Mayo/Arjantin Prof. Achin Vanaik - Aktîvîstê Aştiyê û Profesorê Teqawîtbûyî yê Zanîngeha JNU/Hindistan Prof. Michael M. Gunter, Sekreterê Giştî yê Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewrûpa-Tirkiye (EUTCC) /DYE Berthold Fresenius – Hiqûqnas/Elmanya Prof. Raúl Prada Alcoreza - Zanîngeha San Andres /Bolivya Roland Denis – Wezîrê Plansaziyê yê Berê/Venezuela Villo Sigurdsson - Şaredarê Berê yê Kopenhagenê Pernille Frahm – Parlamentera berê ya Parlamenta Ewrûpayê/Danimarka Benny Gustavsson – Serokê Komîteya Piştevaniya Kurdistanê/Swêd Erling Folkvord – Parlamenterê berê, Nivîskar/Norwêc Pia Maria Roll – Şanoger û Dîrektor/Norwêc Håkan Svenneling – Berdevkê Polîtîkaya Derve ya Partiya Çep/Swêd Dr. Jonas Staal - Hunermend û lêkolînerê propagandayê û Serokê Civîna Bilind a Cîhana Nû/Hollanda Dr. Rolf Gössner – Hiqûqnas/Elmanya Ludo de Brabander – Berdevkê Tevgera Aştiyê ya Belçîkayê Vrede
NAVENDA NÛÇEYAN