PKK’ê tavilê ji lîsteyê derxin!

Duşem 20 Kanûn 2021 - 22:18

  • Ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayî (DYE), li gel bangên rewşenbîrên ji gelek welatan, Înîsiyastîfa Navneteweyî ya Edalat ji bo Kurdan bi vî karî radibe, îlanan jî dide rojnameyên girîng.

Ji bo derxistina PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' a Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayî (DYE), li gel bangên rewşenbîrên ji gelek welatan, Înîsiyastîfa Navneteweyî ya Edalat ji bo Kurdan bi vî karî radibe, îlanan jî dide rojnameyên girîng. Di vê çarçoveyê de înîsîyatîfê îlan da rojnameya Il Sole 24 ORE ya Îtalyayê.

Îlan bi sernavê "Kampanya Însiyatîfa Navneteweyî: Edalet ji bo Kurdan û ‘Miracaeta lezgîn ji bo derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewrûpayê" hate weşandin. Di metnê de tê gotin, "Bi navê aştî, demokrasî û mafên mirovan em ji Konseya Yekîtiya Ewrûpayê dixwazin ku PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê yên qedexekirî derxîne.”

Di metnê de biryara Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê ya 2018´an hat bibîrxistin. Vê biryarê digot, PKK di navbera 2014 û 2017´an de bi neheqî di lîsteyê de hatiye bicihkirin. Rewşenbîran her wiha biryara Dadgeha Bilind a Brukselê jî bi bîr xist û got, “Sala 2020’an hate tespîtkirin ku PKK parçeyek ji şerekî çekdarî yê ne navneteweyî ye, lewma nabe ku weke rêxistina terorê bê pênasekirin.”

Wekî din cihê PKK´ê di şerê li dijî DAIŞ´ê de û rola wê di rizgarkirina Êzîdiyên Şengalê ji qirkirinê û paşê hat gotin: “Di dîroka Kurdan de ti tevgerê bi qasî PKK'ê nekarî bi milyonan Kurdî ji bo mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe seferber bike. Eşkere ye ku PKK li nava Kurdên li Rojhilata Navîn û dîasporayê tevgereke xurt a girseyî ye. Li Rojhilata Navîn, PKK azadiya jinê weke dînamîka stratejîk a demokrasiya civakî teşwîq dike.”

Di dawiya peyamê de ev bang hate kirin: “Ji bo aştî, demokrasî, azadî, aramî û doza mafên mirovan em bang dikin ku PKK tavilê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.”

Di îlanê de ji bo îmzekirina daxwazê navnîşana malpera înternetê jî hatiye weşandin: 

https://justiceforkurds.info/Petition/

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.