PKK’ê rûmet ava kir
Sêşem 27 Gulan 2025 - 03:50
- Sozdar Avesta diyar kir ku PKK’ê rûmet ava kir û got:”PKK’ê ji bo tevahî mirovahiyê şoreşeke esasî, şoreşa jinê pêş xist.” Rûken Bagok jî da zanîn ku ew ê xwe li her dere bi rêxistin bikin û got:”Em ê xwedî li mîrateya ku ji me re hatî hiştin, derbikevin.”
PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn di navbera 5-7'ê Gulanê de lidar xist. Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta piştî kongreyê axivî û anî ziman ku PKK'ê navê xwe bi tîpên zêrîn û lehengiyeke mezin li dîrokê nivîsî ye û wê bi vî rengî bê bîranîn.
Ji delegeyên Kongreya 12'emîn a PKK'ê Rûken Bagok anî ziman ku di pêvajoya guherîn û veguherînê de wê rêxistiniya civakê, jin û ciwanan bikin karên bingehîn.
Sozdar Avesta nirxandineke bi vî rengî kir:
"PKK’ê di dîroka Kurdan de gelek pêngavên şoreşgerî pêş xistin. Beriya her tiştî Kurd ji doşeka mirinê rakir ser piyan. Kurd veguherand gelê herî berxwedêr, azadîxwaz û têkoşer. PKK’ê rûmet ava kir. PKK’ê ji bo tevahî mirovahiyê şoreşeke esasî, şoreşa jinê pêş xist. PKK’ê cewhera xwe ji têkoşîna azadiya jinê girt. Bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê jinên Kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê bûn jinên herî pêşeng û têkoşer. Dîsa PKK’ê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê xeyalê ciwanan zindî kir, ruh û enerjiya ciwantiyê di ciwanan de bi rêxistin kir.
Ti kesê PKK têk nebiriye. Rêber Apo jî di banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kiribû, hemû rêxistin û cemiyetên bi vî rengî yên ku bi zorê nayên tunekirin, divê xwe bike malê tevahî dîrok û civakê. PKK jî bi vî rengî nehatiye têkbirin, PKK bi guhertin û veguhertineke mezin erkê xwe yê dîrokî pêk anî. Êdî erk û mesûliyeta xwe bi zanebûna dîrokî wê di nava civaka demokratîk de pêş bixe. Civaka komunal, sosyalîst, demokratîk bi pêşengiya jin û ciwanên Kurdistanê, ciwanên enternasyonal û tevahî kesên azadîxwaz wê li her derê belav bibe. Êdî dawî li zihniyeta desthilatdariya mêr a şer tê. Pêşî li siyaseta demokratîk vedibe. PKK’ê tenê ji bo xwe ev guhertin û veguhertin pêk neanî, tenê ji bo xwe ev têkoşîn nemeşand. Ji bo tevahî mirovahiyê, jinan û gelan ev têkoşîn meşandiye.
Em xwedî li mîrateya xwe derkevin
Rûken Bagok diyar kir ku armanca wan a bingehîn a dema nû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û nirxandineke bi vî rengî kir:
"Destpêkê Kongreya 12’an a PKK’ê li Rêber Apo pîroz dikim. Di şexsê heval Fuat û heval Riza de hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim. Em dubare soz didin ku li ser şopa wan bimeşin û bibin layiqê wan. Ev kongreya 12’an a PKK’ê me li ser esasê talîmata Rêbertî pêk anî. Vê yekê girêdanbûna ciwanên Apoyî ya bi Rêber Apo re nîşan da. Her peyveke Rêbertî em çawa ji xwe re weke talîmat esas digirin, di vê kongreyê de hate nîşandan.
Em ê xwedî li mîrateya ku ji me re hatî hiştin, derbikevin. Em ê nûbûyînê di kesayeta xwe de ava bikin. Em ê bi vê kelecanê li her derê xwe rêxistin bikin. Ev yek ji bo me mijara herî esasî û girîng e. Bê guman bi fesixkirina PKK’ê re hemû tişt naqede, di encamê de mîrateyeke pir mezin ji me re daye avakirin. Ji bo pêvajoya li pêş me, ji bo giştî ciwanan jî em dikarin vê bêjin ku di xwe de nûbûyînê çêbikin, hîn bêhtir kar û xebat bimeşînin, hîn bêhtir xwe biwestînin, Rêbertî rast bixwînin û rast tevlî bibin, em bikarin hevrêtiyeke rast bi Rêbertî re pêk bînin ku em bibin layiqê hemû şehîdên xwe û Rêbertî. Encex bi vê yekê re em dikarin azadiyê bi dest bixin. Li ser vî esasî em dubare Kongreya 12’an a PKK’ê li Rêbertî û hemû gelê xwe pîroz dikin, ji her kesê re serketinê dixwazin."
ANF/BEHDÎNAN