PKK’ê gel jinûve anî ser xwe

În 28 Mijdar 2025 - 03:42

Yek ji fîgurên girîng ku dîroka nêz a têkoşîna siyasî ya Kurd afirand Eyşe Efendî hem weke siyasetmedar hem jî weke dayikekê bû yek ji hişê vê dîrokê. Endama Komîteya Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê Eyşe Efendî bi wesîleya 27'ê Mijdarê salvegera damezrandina PKK'ê ji ANF'ê re axivî. Di destpêkê de li ser salvegera damezrandina PKK'ê hestên xwe bi vî rengî anî ziman:"Salvegera damezrandina PKK'ê yanî damezrandina Tevgera Apoyî di serî de li mîmarê azadiyê li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Beriya destpêkirina Tevgera Apoyî weke gel em di pêvajoya tinebûnê de bûn. Bi taybetî gelê Kurd ê li Şam, Hama û herêmên belavbûyî diman, em ber bi mirinê ve diçûn. Ji ber ku di sedsala derbasbûyî de Kurdistan hatibû parçekirin û her parçeyek radestî dijmin hatibû kirin, gotibûn, 'Hûn serbest in ku vî gelî tine bikin'. Lê belê piştî ku Rêber Apo bi navê PKK'ê rabû, ji salên 1970'î û pê ve gel jinûve bi ser xwe ve hat. Weke ku bedeneke mirî zindî bibe... Li gel vê yekê gel ji ber fikarên ewlekariyê nikarîbû hebûna xwe nîşan bide. Ji aliyekî ve zexta dewletê, li aliyê din jî zexta eşîrê û sîxuriyê li ser hebû. Tevî vê yekê jî di nava gel de heqîqeteke veşartî hebû: Gel dixwest ji aliyê fikrî û ruhî ve xwe nû bike.

Dîtina destpêkê ya Rêbertiyê

Eyşe Efendî qala kêliya dîtina destpêkê ya Rêber Apo û hestên xwe kir:"Carna jinên Ereb ji me aciz dibin, dibêjin 'Lîderekî we weke Rêber Apo heye û we bi derengî bi me dan naskirin'. Nayê bîra min bê kîjan salê min Rêbertî nas kir, lê belê di sersala mîladî de Seîd Yûsif û Elî Dico hatin vexwendin; ji bo li wir bistirên. Ez di dorê de bûm, Rêbertî hat, min ew hembêz kir. Dewam kir, ez jî careke din çûm aliyekî din ê rêzê; dema ku careke din gihîşt min, got 'Min beriya niha te dît'. Pê hesiya ku du caran ketime rêzê. Min ew hembêz kir. Beriya ku Rêbertî bibînim, min bawer nedikir ku wî bibînim, lê rast bêm. Di wê baweriyê de bûm ku ji bo wî bibînim min têra xwe kar nekiriye. Ji ber ku min nikarîbû bigota min bi têrkerî kar nekiriye, min nedixwest yekser derkevim pêşberî wî. Lê belê dîtina wî dihate wateya nûbûnekê, nûkirina sozê û dîtina fikir û felsefeyê. Wê demê min ev yek bi vî rengî nikarîbû îfade bikira, lê niha bi hêsanî dikarim bibêjim. Rêbertî weke pêxemberekî ye. 27 salan li cihekî hate girtin. Pêxember jî bi daxwaza xwe diketin cihekî û difikirîn bê fikrê xwe çawa mezin bikin. Lê belê bêguman Rêbertî ne bi daxwaza xwe kete cihekî; ew weke fîgurekî siyasî dîl girtin. Ji ber ku daxwaza jiyaneke azad a mirovan û jiyaneke demokratîk a pêkhateyan dikir, dîl hate girtin. Ji xwe ez bi wî çavî li Rêbertî dinihêrim."

Peyama Rêbertiyê weke Newrozeke nû bû

Eyşe Efendî li ser bandora peyama Rêber Apo ya piştî demeke dirêj a li ser gel got:"Di 27'ê Sibatê de peyama Rêbertî hat; beriya wê 3-4 salan agahî jê nedihat girtin. Gel ketibû nava panîkê, ji jiyana Rêbertî bi fikar bû. Lê belê di 27'ê Sibatê de dema ku dengê Rêbertî bihîst bi milyonan mirov daketin qadan û peyama Rêbertî pêşwazî kir. Mijar ne meseleyeke welê bû ku tenê gelê Kurd eleqedar dikir; tevahiya cîhan eleqedar dikir. Ne tenê ji ber sedsala Lozanê, cîhan û Rojhilata Navîn tev ji aliyê siyasî ve asê mabûn. Li her derê şer, kaos, şewat hebû; gel û pêkhate tine dibûn. Gelên ku xwe nas dikirin, bi taybetî hin pêkhateyên li nava gelê Ereb -Di mînaka Sûriyeyê de Elewî û Durzî- di nava sîstema Baasê de hatibûn helandin, tinekirin.

Li ser vê yekê peyama Rêbertî vejîneke nû, mîladeke nû, Newrozeke nû bû. " Eyşe Efendî li ser rewşa heyî ya siyasî û paşerojê fikrên xwe bi vî rengî anî ziman:"Rêbertî tiştekî nû afirand ku em dikarin li ser wê bimeşin û weke civaka komunal xwe ava bikin. Gelê Kurd ji aliyê cewherî ve civakeke komunal û gelekî rengîn e. Nûbûn di nava civakeke bi vî rengî de pêk tê. Aştiya ku îro pêwîstî pê heye, di nava manîfestoya ji 100 rûpelî ya Rêber Apo de ye. Rêbertî ji bo civak êdî şaşitiyan neke, gavên şaş neavêje manîfestoyekê pêşkêş dike. Dema ku em qala aştiyê dikin, li gel danîna çekan li aliyekî ya şerê gerîla yê 52 salan, em qala nûbûnek di hişmendî, siyaset, dîplomasî, qada civakî û manewiyatê dikin. Manîfesto van hemûyan radixe pêş çavan. Em sed salên din jî şer bikin dawiya dawî li dora maseyê em ê çareseriyeke siyasî pêk bînin."

ANF/DAXISTAN ROZA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.