PKK: Xurttir ber bi serketinê ve

Duşem 13 Hezîran 2022 - 21:27

  • Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo şikandina tecrîdê bang li gelê Kurd û nexasim jî li jin û ciwanan kir da ku têkoşînê xurt bikin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo şikandina tecrîdê bang li gelê Kurd û nexasim jî li jin û ciwanan kir da ku têkoşînê xurt bikin. PKK’ê ragihand ku şerê gerîla yê li Zap, Avaşîn û Metînayê bi rê ve diçe li her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê hîn xurtir bibe.

Komîteya Rêveber a PKK’ê wiha ye: “Faşîzma AKP-MHP’ê ku li Zap, Avaşîn û Metînayê derbên giran ji berxwedana gerîla dixwe û planên xwe hemû têk çûne, ji bo pêşî li hilweşîna xwe bigre, li pey lîstikên nû ye û hewl dide alîkariyê ji her kesî wergire. Ji aliyekî ve li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike, li aliyê din jî êrişî gel û hêzên siyaseta demokratîk dike. Ji ber ku vê têrê nekir, niha jî ji bo hîn bêhtir alîkariyê bistîne li ber NATO û Rûsyayê digere û li pey wê firsendê ye ku careke din ji bo dagirkeriyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.

Diyar e desthilatdariyê ji bo dirêjkirina temenê xwe li Zapê encam bi dest nexistiye ku li pey êrişên nû ye ku serketineke erzan jê wergire.

Lê belê çi dike bila bike, ji bo faşîzma AKP-MHP’ê êdî derfet nema ye ku xwe rizgar bike û li ser piyan bimîne. Zap û Kurdistan bi temamî ji bo siyaset û mejiyê qirker-faşîst ê AKP-MHP’ê bûye goristan. 

Em, her kesê ku her cûre zor û zehmetî daye pêşiya xwe û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dane ser rêya Gemlîkê, gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk ên li çar parçeyên Kurdistanê, Ewrûpayê û çar aliyên cîhanê dadikevin qadan û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin, hemûyan silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.

Em tevlî banga dîrokî ya Komalên Ciwan dibin ku bi gotina ‘Werin Cenga Azadiyê’ seferberî ragihand û ciwanên Kurd ên li ser vê bingehê berê xwe dan qadên gerîla, li her qadê berxwedana azadiyê geş dikin û hemû ciwanên şoreşger enternasyonalîst ên meşaleya şoreşê timî di destê wan de ne, silav dikin. Serketin wê ya ciwanên fedaîbûyî be ku li ser xeta Apoyî bêdudilî bi fedaîtiyê radibin.

Di serî de jin û ciwan, em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku têkoşîna ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê li her qadê xurtir bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.