PKK: Welêt neterikînin

În 12 Mijdar 2021 - 23:06

  • PKK´ê bang li PDK’ê kir da ku xwe berpirsiyarê sereke yê koçberiya ji Başûr bizane û azadî, asayîş û derfetên kar û jiyana bi rûmet ji bo welatiyan misoger bike.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê bang li şêniyên Başûrê Kurdistanê kir da ku ji warê xwe koç nekin, li şûna vê yekê, hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bi kar bînin. 

Komîteyê têkildarî trajediya koçberên ji Başûrê Kurdistanê ya li daristanên li ser sînorê Belarûs û Lehistanê got, çavkaniya vê trajediyê desthilatiya 30 salî ya Başûrê Kurdistanê û siyasetên dewletên dagirker nexasim jî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê ye.

Komîte dibêje, koçberiya Başûrê Kurdistanê, "wê bandorê li ser çarenûs û paşeroja neteweya me bike."

Komîteyê sedemên koçkirina Kurdan ji Başûrê Kurdistanê bi du xalên bingehîn rave kirin: "Yekem, gelê me li Başûrê Kurdistanê bi têkoşîneke mezin sala 1991’ê statuyeke siyasî ji bo vê beşa welat derxistiye holê. Lê piştî salan ji ber nebûna azadî, demokrasî, wekhevî, edalet, azadiya fikir û raman û her wiha derketina hêmanên weke gendelî, bêkarî, rewşa xirab a aborî û di encamê de bê hêvîbûna li hemberî sererastkirinê, kir ku pêleke metirsîdar a koçkirina ciwan, pîr, jin û zarokan destpê bike.

Duyem, dewletên dagirker, bi taybetî dewleta Tirk li aliyekî bi hevkariya hêzên kirêgirtî xaka Başûrê Kurdistanê dagir dikin û komên tundrew ên cîhadî li wir bi cih dikin. Li aliyê din jî bi rêya komên mafya, qaçaxçî û sîxurtiyê ji bo koçberkirina gelê me ji bo derveyî welat rê xweş dikin û bi taybetî di vê mijarê de giraniyê didin ciwanan. Ev yek pêleke bi plan e û bi armanca şerê taybet ê ji bo valakirina Kurdistanê û guhertina demografiyaya welatê me ye."

PDK hewl dide ser sûcên xwe bigire

Komîte îşaret bi axaftinên berdevkê PDK’ê Sefîn Dizeyî dike û dibêje: "Cihê matmayînê ev e ku Berdevkê PDK’ê Birêz Sefîn Dizeyî li şûna ku van rastiyan bibîne, ji bo nixumandina tawan û eybên desthilata PDK’ê, devdirêjiyê li Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK’ê dike."

Komîteyê di dewamê de hevxembûyîna xwe ya bi trajediya koçberên Kurd ên li ser sînorên Belarûs û Lehistanê jî anî ziman û ev bang kir, "Em bang li gelê xwe û bi taybetî ciwanan dikin da ku welatê xwe neterikînin û hêza xwe ji bo têkoşîna azadî, demokrasî û edaletê bi kar bînin.

Em bang li hêzên neteweyî dikin ku bi têgihîştina vê rastiyê ku ev koçkirin encama siyaseta wan e, rê û rêbazên pêwîst ji bo parastin û bi hewarçûyîna koçberên Kurd pêk bînin."

PDK divê jiyana bi rûmet misoger bike

Komîteyê bang li desthilatdarên PDK’ê jî kir: "Em bang li desthilatdarên PDK’ê jî dikin da ku vê rewşê baş bixwînin û li şûna ku guneh bixin stûyê filanî û bêvanî, xwe berpirsiyarê sereke yê derketina rewşa koçberiya gelê me bizanin û di vê çarçoveyê de gavên pêwîst biavêjin. Pêwîst e azadî, asayîş û derfetên kar û jiyana bi rûmet ji bo welatiyan hemûyan bên dabînkirin û bingehê koçberbûnê ji holê were rakirin." 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.