PKK tevgera rizgariyê ye

În 26 Mijdar 2021 - 23:15

  • Ji Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Awustralyayê, Alex Bainbridge ji hikûmeta Awusturyayê xwest PKK demildest ji lîsteya terorê derxe: "PKK tevgera rizgariya neteweyî ye, nabe bi terorîzmê bê tawanbarkirin."

Ji Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Awustralyayê, Alex Bainbridge ji hikûmeta Awusturyayê xwest PKK demildest ji lîsteya terorê derxe: "PKK tevgera rizgariya neteweyî ye, nabe bi terorîzmê bê tawanbarkirin."

Kampanyaya Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê mezin dibe. Ji Partiya Yekîtiya Sosyalîst ya Awustralyayê, Alex Bainbridge jî tevlî kampanyayê bû û xwest hikûmeta Awûstralyayê dawiyê li neheqiya li PKK’ê bîne: "Îro li Awusturalyayê neheqiyeke mezin heye û hikûmeta federal dikare bi carekê wê çareser bike. PKK di lîsteya terorê ya Awustralyayê de ye û ev yek nabe. PKK ne rêxistineke terorîst e, rêxistineke rizgariya neteweyî ye. Mîna şervanên azadiyê yên Tîmore ku li dijî dagirkeriya Îndonezyayê kampanyayê didin meşandin. Mîna tevgera ANC’ê bi terorîzmê tê tawanbarkirin. Ez bang li Scott Morrison dikim, PKK´ê ji lîsteya terorê ya Awustralyayê derxin.

SYDNEY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.