- Dijî dagirkeriya Tirk a li ser başûrê Kurdistanê nerazîbûn didomin. Dijî dagirkeriya Tirk, çalakvanê qada jîngehê mamoste Azad Ehmed û çalakvanê sivîl mamoste Rêbiwar Ebdulkerîm helwest nîşan dan. Mamosteyan gotin, ‘’ Mayîna PKK’ê li çiyayan tê wateya parastina statûya Herêma Kurdistanê û mayîna wê. Eger PKK li wir nemîne, wê DAÎŞ û El-Nusra li wir bin. Em ê çawa bi wan re bijîn?”
Mamoste Azad Ehmed diyar kir hincetên dewleta Tirk a dagirker bê bingeh in û armanca wê dagirkirina tevahiya başûrê Kurdistanê ye û got: “Ez van operasyonên li ser axa başûrê Kurdistanê şermezar dikim. Armanca dewleta Tirk dagirkirina başûrê Kurdistanê û jinavbirina wê ye. Mixabin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê heta niha li hember operasyon û dagirkeriya artêşa Tirk bêdeng in.”
Dewleta Tirk jîngehan xirab dike
Azad Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de amaje pê kir ku şer li ku derê çêbe, jîngeha wê wêran dike û diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker xerabkirina jîngeha başûrê Kurdistanê ye. Azad Ehmed wiha domand: “Dewleta Tirk li ku serdest be, pêşî hewl dide jîngeh û çavkaniyên wê yên avî xerab bike da ku êdî ew der wek cihekî mirovan nemîne û mirov nekarin li wê derê bijîn.”
Dijî dagirkeriya Tirk divê em deng derxin
Azad Ehmed di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Çi wek mamoste û çalakvan, çi wek rewşenbîr, partî û aliyên siyasî erka me hemûyan e ku em li hember dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemînin. Divê helwesteke me ya yekgirtî hebe, dengê me bigihîje navendên cîhanî. Li hember van operasyonên dewleta Tirk ên ku li ser axa başûrê Kurdistanê çêdike, divê em bêdeng nemînin û helwesta me hebe.”
Ne ji xiyanetê be dronên Tirk nikarin bombe bikin
Rêbiwar Ebdulkerîm da xuyakirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê ne nû ye, ew li dijî hemû Kurdan e û got: “Eger li wan çiyayan YNK, Goran yan jî her aliyekî din hebe, ew ê dîsan êriş bike, ji ber ku armanca wê jinavbirina Kurdan e. Peymana 100 salî ya Lozanê bi dawî bûye, dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike û hewl dide Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê dagir bike. Ew berfirehxwaziyê dike û bi heman zihniyeta serdema Xîlafeta Osmanî kar dike ku li dijî mîrnişînên Kurdan bû. Mixabin niha di nav Kurdan de rewşek derketiye holê ku yên ku rê nîşanî dijmin didin ji welatparêzan zêdetir in. Mîrnişînên Kurdan ji ber xiyaneta navxweyî hilweşiyan, niha jî eger xiyanet tune be, dronên Tirkiyeyê nikarin werin vir bombebaran bikin û xelkê şehîd bikin.”
Dijî dagirkeriyê divê em rabin
Rêbiwar Ebdulkerîm di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em dikarin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandan bikin û dengê xwe bigihînin civaka navneteweyî. Pirsgirêka dewleta Tirk bi hebûna Kurdan re heye û dixwaze çi dibe bila bibe wan ji holê rake. Mayîna PKK’ê li çiyayan tê wateya parastina statûya Herêma Kurdistanê û mayîna wê. Eger PKK li wir nemîne, wê DAÎŞ û El-Nusra li wir bin. Em ê çawa bi wan re bijîn?”
ANF