PKK serweriya Kurdan diparêze

Pêncşem 18 Mijdar 2021 - 23:15

  • Siyasetvanê Iraqî, Elî El Sahib got, PKK tevgereke parastina mafên gelê Kurd e, ji ber vê jî divê ji lîsteya rêxistinên ‘terorîst’ were derxistin.

Siyasetvanê Iraqî, Elî El Sahib got, PKK tevgereke parastina mafên gelê Kurd e, ji ber vê jî divê ji lîsteya rêxistinên ‘terorîst’ were derxistin.

Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê 26’ê Mijdarê li dijî terorîzekirin û qedexekirina PKK’ê li mezdana navnetewî û herêmî, di asta navneteweyî de li ser hesabên medya dîjîtal kampanyayek bi dirûşma, ”PKK gel e, gel nayê qedexekirin’ dide destpêkirin.

Derbarê mijarê de siyasetvanê Iraqî Elî El Sahib got; “Şermeke mezin e partiyeke dêrîn ku xwedî dîrokeke dirêj a siyaset û parastina mafan e, bixin lîsteya terorê û bi çavê rêxistineke terorîst lê were nihêrîn.”

Siyasetmedar El Sahib di dewamê de got, PKK tevgerek siyasî, asayî û neteweyî ye, parastina mafên gelê Kurd dike. 
El Sahib destnîşan kir ku PKK ji bo parastina serweriya neteweya Kurd hîna jî qurbaniyan dide û ji ber vê jî divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.  

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.