PKK rûmeta mirovahiyê ye

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:02

  • Koordînasyona PAJK’ê û fermandariya biryargeha NPG’ê bi daxuyaniyan salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kir û wan got, PKK rûmeta mirovahiyê ye.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê daxuyaniyek weşand, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û bi taybetî bang li ciwanên Kurdistanê kir da ku tevlî nava refên PKK'ê bibin. PAJK'ê got, "Salvegera damezrandinê ya 45'emîn a partiya xwe em li Rêber Apo, li hevrêyên PKK-PAJK'ê yên li zindanan li ber xwe didin, li çiyê şer kirin, li jinên têkoşer, gelên me yên berxwedêr û tevahiya mirovahiyê pîroz dikin. Rêber Apo ji roja destpêkê ve pêvajoya partîbûnê ji bo jinan û gelê me veguherand pêvajoya azadiyê, jin kir xwedî hêza xweparastinê, bi rêya partiyê kir xwedî çalakî û rêxistinê. Rêber Apo bi rêya PKK'ê gelê Kurd ê dihate talankirin, kir xwedî îrade, xeta 'Jin jiyan azadî' afirand. Jinên Kurd bi têkoşîna PKK'ê re xwe gihandin şoreşê, li dijî koletiyê bûn xwedî derfetên têkoşînê û bûn PAJK. PAJK weke xeta azadî û wekheviyê ya PKK'ê afirî. PAJK mejî û kesayetiya mêr û jinê ya azad e. PAJK ruhê PKK'ê ye. Her jineke PAJK'î pêşenga PKK'ê ye. Kesayetiyên ku bibin bingeh ji damezrandina civakî ya nû re, bi milîtaniya Partiyê hatin afirandin. PKK weke lêgerînera rastiyê, partiya rûmeta mirovahiyê ye. PKK bi nêrîna xwe ya jineolojîk li dijî mejî û çanda baviksalariyê tevgereke azadiyê ya herî bi îdîa ye. Li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, partiya me PKK yekane hêz e ku modernîteya demokratîk bi rêxistin kiriye. Em sala têkoşînê ya 46'an a PKK'ê bi daxwaz, biryardarî û coşeke mezin pêşwazî dikin. Êrîşên tunekirinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku bi piştgiriya xiyaneta PDK'ê hatin kirin, bi têkoşîna gerîla û gelê me hatin têkbirin. Planên ji bo tasfiyekirina tevgera civakî PKK'ê, mehkûmî têkçûnê ne. Li dijî şerê qirkirinê yê Erdogan ê faşîst, jin, ciwan û gelên Kurdistanê wê bi pêşengiya PKK-PAJK'ê rabin ser piyan û sala 2024'an bikin sala azadiyê ya Rêbertiyê. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin da ku bi jin û mêr tevlî nava refên azadiyê yên PKK'ê bibin, li dijî sîstema kapîtalîst şoreşê mezin bikin û heta azadiyê, jiyanê li dijî mirinê biparêzin."

Gerîla ruhê PKK’ê şênber dike

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê jî di daxuyaniya xwe de got, “Partiya me PKK ji bo gelê Kurdistanê mîladek e û ji bo hemû gelên bindest jî bûye hêvî. PKK’ê gelê me yê li ber qirkirin û tinebûnê, rizgar kir. Gelê me yê ku hatibû wê rewşê ku nasnameya xwe înkar dikir, bi têkoşîna dîrokî ya Rêber Apo, ji nû ve ji dayik bû û bû rastiyeke gel a bi serhildanan bi pêş dikeve û ber bi serketinê ve dimeşe. Şehîdên me yên nemir di şert û mercên herî giran de û li cihên herî zehmet bi fedayiyane Partiya me parastin û xwedî lê derketin. Berxwedana dîrokî ya PKK’ê li ser nirxên ku ji aliyê şehîdên me yên nemir ve hatin afirandin, sînorên Kurdistanê derbas kirin û hêviya siberoja azad a bindestan hemûyan xurt kir.

Ruhê berxwedan û serketinê ya partiya me PKK’ê di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê me de şênber bûye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ruhê têkoşînê yê hevrêyên me yên nemir ku li Girtîgehên Amedê bi berxwedanê bi ser ketin û hêza îradeya PKK’ê nîşanî hêzên mêtinger û hemû cîhanê dan, gihand roja îro û zindî kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a sûcdarê şer ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer pêk tîne, bi ruhê serketinê yê PKK’ê berxwedana herî bi heybet a dîrokê raber kiriye û bûye bersiv. Gerîla di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê bi ruhê berxwedanê yê PKK’ê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin, şer dike û bi armanca siberoja azad a gelê me li ser xeta serketinê ya partiya me meşeke bêyî teredut esas girtiye. Li ser vê bingehê em 51’emîn salvegera têkoşîna Rêber Apo û 45’emîn salvegera damezrandina destana partiya me PKK'ê pîroz dikin û soz didin ku heta em bigihêjin armanca serketinê ya şehîdên me yên nemir em ê di xeta fedaiyan de têkoşîneke bêeman bimeşînin û ji her kesên ku dilê wan bi PKK'ê re di sala nû ya têkoşînê de lêdide re serkeftinên mezin dixwazin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.