PKK meşa bi pêşengiya jinê ye

În 27 Mijdar 2020 - 15:15

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Salvegera 42'an a damezrandina partiya me PKK, ku partiya mirovahiyê, wekhevî, edalet, azadî û rastiyê ye, li afirînerê tevgera me ya azadiyê PKK Rêber Apo, li şehîdên me yên leheng, li gelê me yê welatparêz, li tevahiya mirovahiyê û hêza pêşeng a berxwedanê li jinan pîroz be."

YJA Starê diyar kir ku PKK tevgera guherîn, veguherîn û ji nû ve afirandinê ye û bi awayê pêkhatina xwe ya îdeolojîk û felsefîk bûye tevgereke mirovahiyê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bêyî cudahiyê bixe navbera ziman, ol, nijad, mezheb û zayendan bersiv da pirsgirêkên azadiyê yên mirovahiyê û hîn jî bersivê dide. Lewma partiya me PKK tevgereke mirovahiyê ye, tevgereke jinê ye. Bêguman rastiya gelê Kurd nîşan dide ku partiya me PKK tevgereke çawa ye. Jinûve nîşandana gelekî ku tune dihate hesibandin, jinûve ispatkirina vî gelî bi berdêlên giran bû."

Me xwe di nava PKKʼê de dît

Di daxuyaniyê de işaret bi cihê jinan a di nava PKK'ê de hate kirin û hate gotin, "Me jinan xwe di nava PKK'ê de dît, nas kir û xwebûna xwe peyda kir. Rêxistiniya jinê ya ku li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî hate afirandin îro ji bo tevahiya jinan bûye qada têkoşînê. Em; YJA STAR jî hêza parastina rewa ya vê rêxistiniyê ne. Jinên ku ji damezrandina PKK'ê ve bi rengekî çalak cihê xwe di nava her qadên rêxistinbûnê de girtin û bi rola pêşengiyê rabûn, li qada parastinê jî rola xwe lîstin û artêşbûna xwe afirand. Bêguman vê têkoşînê bi pêşengiya YJA STAR (Yekîneyên Jinê yên Azad) ên jinên Kurd; bi pêşengiya berxwedana YPJ, YJŞ û HPJ'ê kir ku jinên li tevahiya cîhanê berê xwe bidin xweparastin, nasnameya xwe û îradeya xwe."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.