PKK ketiye qonaxek nû

Pêncşem 17 Tîrmeh 2025 - 03:20

ROZA METÎNA / AMED

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çiftyurek têkildarî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" û merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk wiha got:"Banga Aştî û Civaka Demokratîk li cihekî taybet disekine û PKK bi şewitandina çekan ji aliyê xwe ve ketiye qonaxek nû. Dema gelê me bi çeka îdeolojîk, siyasî û felsefî  xwe bi rêxistin bike, tunekirin an şewitandina çekên fîzîkî dê valahiyekê çêneke."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga "Aştî û civaka demokratîk" kir û vê bangê bandora xwe li ser rewşa heyî kir. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bangek din a dîrokî kir. Peyamek bi dîmen şand. Peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan di rayagiştî ya Tirkiye û navneteweyî de bû rojeveke girîng. Piştî bangê vê carê, PKK’ê di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîmek pêk anî û bi vê re çekên xwe îmha kirin. Merasîma 30 gerîla tevli bûn hevseroka Konseya Rêveberiya KCK’ê Besê Hozat û Nedîm Seven bi rê ve bir.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Sînan Çiftyurek têkildarî mijarê nirxandin kir.

Bang xizmeta aştiyane ye

Sînan Çiftyurek di destpêkê de bal bi ser girîngiya banga "Aştî û Civaka Demokratîk" û wiha got:"Banga Birêz Ocalan a ji bo danîna çekan erênî ye û me ji destpêkê ve piştgiriya xwe ragihandiye. Em hêvî dikin ku ev bang dê xizmeta xurtkirina siyaseta aştiyane, sivîl û demokratîk a li Kurdistanê bike û em bang li her kesî dikin ku tevlî têkoşîna xurtkirina siyaseta sivîl bibin. Lêbelê, afirandina şert û mercan a ji bo xurtkirina siyaseta sivîl ne tenê bi siyaseta Kurd ve girêdayî ye, lê di heman demê de bi gavên ku divê dewlet ber bi demokratîkbûnê ve bavêje ve jî girêdayî ye. Lêbelê, dewletê hîn di vî warî de gav neavêtiye û ne jî îşaret daye ku ew ê bavêje. Herwiha, em bang li dewletê dikin ku pirsgirêka Kurd bi xwe bi awayekî aştiyane çareser bike, ne ku serî li rêbazên din bide. Banga Ocalan ev derî vekiriye. Heta ku pirsgirêka Kurdistanê çareser nebe, gelê Kurd dê her tim rêbazên nû yên têkoşînê biafirîne."

Ocalan gava pêwist avêt

Sînan Çiftyurek bi lêv kir ku divê ji bo pêvajo baş biçe gerek pirsgirêka kurd çareser bibe û wiha pê de çû:"Ocalan û PKK'ê gavên pêwîst di eniyên xwe de avêtine. Lê dewletê û Tifaqa Cûmhûr hîn gav neavêtiye û hîn bi awayekî rast navê pirsgirêkê jî danenîne. Ji ber vê yekê, pêvajo çi ye û çareserî çi ye? Hikûmet heta navê pêvajoyê jî wekî pirsgirêka Kurd daneyne, nikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Ger armanca dewletê jiholêrakirina statuya gelê Kurd û hebûna HSD'ê ya li Rojava be, dê çawa pirsgirêka Kurd çareser bike ? "

Ji bo çareseriyê komisyon divê

Sînan Çiftyurek bal bir ser avakiran komisyona li meclisê û wiha dewam kir:"Komîsyona dê li parlamentoyê were avakirin divê li ser pirsgirêka tê xwestin bê çareserkirin, nîqaşan bimeşîne û navê wê wiha bê danîn. Pirsgirêk, pirsgirêka Kurd e. Kurd neteweyek in û mîna her neteweyekî, welatekî wan heye. Ji ber ku zarokek bê dayik nikare li vê dinyayê bimîne, neteweyek jî bê welat nikare bimîne. Welatê neteweya Kurd Kurdistan e. Ya ku divê were çareserkirin pirsgirêka Kurd e. Min ev di axaftina xwe ya dawî de li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê eşkere kir. Ji ber vê yekê, ez van gavan wekî gavên pêşîn ên ku ji hêla Komîsyonê ve li Parlamentoyê di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de werin avêtin, pêşniyar dikim: Di Destûra Bingehîn a nû de ku niha di rojevê de ye divê kurd wekî neteweyekî bê naskirin. Perwerdehiya bi zimanê dayikê ji dibistana seretayî bigire heya zanîngehê divê bê dayin. Li kêleka zimanê Tirkî divê zimanê Kurdî jî wekî zimanê fermî bê naskirin. Serbestberdana bê şert û merc a girtiyên siyasî. Azadkirina Ocalan. Pêşxistina têkiliyên dostane a bi Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re."

PKK ketiye qonaxek nû

Sînan Çiftyurek bal bir ser merasîman şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got:"Banga Aştî û Civaka Demokratîk li cihekî taybet disekine û PKK bi şewitandina çekan ji aliyê xwe ve ketiye qonaxek nû, lê dewlet bêliv dimîne. Daxuyaniyên Erdogan a piştî şewitandina çekan têkildarî çareseriya meseleya kurd de tu tiştekî di nava xwe de nahewîne. Bi gotina 'sînor rabûne' û kurd-tirk-ereb 86 milyon welatiyên me qezenc kirine balê dibe ser rewşa berê ya Osmaniyan. Mîrata Împeratoriya Osmanî ya kevin dixwaze. Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî dibêje, "Pêvajoya Tirkiyeyek bê teror ne pêvajoyek dayîn û girtinê ye û ne jî pêvajoyek bazarkirinê ye." Eger wisa be, ji 7'ê Cotmeha 2023'yan vir ve hûn bi Ocalan re li ser çi nîqaş dikin û hûn bi wî re li ser çi danûstandinan dikin? Tunekirina çekan ne tenê taybetmendiyek PKK'ê ye. Gelek tevgerên gerîla dema ku dev ji têkoşîna çekdarî berdane çekên xwe şewitandine. Xala sereke ku divê em di derbarê mijara çekan de teqez bikin ev e: Gelê Kurd di têkoşîna xwe ya rizgariya neteweyî de xwediyê gelek çekan e. Dema ku gelê me xwedî hêzek rêxistinkirî be, bi çeka îdeolojîk, siyasî û felsefî ve xwe bi rêxistin bike, tunekirin an şewitandina çekên fîzîkî dê valahiyekê çêneke. Ji ber ku gelê Kurd amûrên nû yên têkoşînê yên guncav ji bo şert û mercên guherbar diafirîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.