PKK ji qanûna ceza muaf e

În 3 Sibat 2023 - 00:40

EYLEM AKDAG/RÛKEN POLAT/MA/AMED 

 

Ji bo PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” a Yekîtiya Ewrûpayê bê derxistin, 3 milyon îmze hatin berhevkirin û radestî Komîsyona Ewrûpayê (KE) hat kirin. Îmze li ser banga Înîsiyatîfa Edaletê ya Navneteweyî ya ji bo Kurdan hatin berhevkirin.  

Ji parêzerên Baroya Brukselê Robîn Bronlet ku got biryarên temyîzê yên Dadgeha Bilind a Belçîkayê ku berê ji bo PKK'ê dabûn, ji bo tevahiya welatan emsal e û pêvajoya hiqûqî nirxand. 

Bronlet bal bire ser zextên Belçîkayê yên li ser saziyên Kurdan û got: "Wekî me di nîqaşên der barê endamtiya Swêdê de ya ji bo NATO'yê de dît, Tirkiye welatiyên Kurd wekî terorîst sûcdar dike û di ser welatên Ewrûpayê re zorê dide wan. Wextekê heman tişt li Belçîkayê jî wisa bû. Têkildarî lêpirsînên cezayî yên der heqê sazî, çapemenî û komeleyên kurdan ên li Belçîkayê de xwe li bêdengiyê danî." 

 

Ji bo endamtiya PKK’ê ceza tineye 

Bronlet di berdewamiya axaftina xwe de got: “Berê li Belçîkayê gelek lêpirsînên cezayî hebûn. Piştî biryara girîng a Dadgeha Bilind a Belçîkayê ev lêpirsînên cezayî bi dawî bûn. Qanûna Ceza ya Belçîkayê, xwe dispêre xaleke Dîrektîfa Ewrûpayê ya têkoşîna li dijî terorê. Ev xal, diyar dike ku Hiqûqa Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Ewrûpayê, divê di pevçûneke navneteweyî ya ji aliyê hiqûqa mirovî ya navneteweyî ve tê birêvebirin, neyê bikaranîn. Lewma hemû nîqaş ew bû ku di navbera dewleta tirk û PKK'ê de pevçûneke çekdarî ya navneteweyî heye yan na. Axirê biryar hat dayîn ku divê PKK di vê pevçûna çekdarî de wekî aliyekî bê qebûlkirin û divê li wir ji bo welatiyan endamtiya PKK'ê ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de wekî zilmê tê kirin, neyê pêkanîn. Doza cezayî, di navbera 2014-2015'an de dewam kir. Di vî warî de serî li temyîzê hat dayîn. Lê biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. Lewma êdî ji bo kesên ku ji ber endamtiya PKK'ê şik û guman li ser wan heye, doza ceza ya têkoşîna li dijî terorê tune ye." 

 

PKK ji mewzuata cezayî muaf e 

Bronlet îşaret bi vê yekê kir ku sedema PKK li derveyî hiqûqa têkoşîna li dijî terorê tê hiştin, xwe dispêre Hiqûqa Belçîkayê ya li ser esasên Dîrektîfa Ewrûpayê û got: "Ev jî tê vê wateyê ku, bi vê hiqûqa îçtihadê li welatên din ên Ewrûpayê jî Mewzûata Ceza ya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Hevpar a Ewrûpayê, li hemberî PKK'ê nayê bikaranîn." 

 

Divê lêpirsîneke cidî were kirin 

Bronlet zextên li Tirkiyeyê yên bi hinceta endamtiya PKK'ê tên kirin rexne kir û got: "Me ji xeynî şahidiya xwe ya ji bo şert û mercên Îmraliyê, bi hin mirovên ku sûcên şer ên dewleta tirk şermezar dikin re jî hevdîtin kirin. Me êrişên bi çekên kîmyewî bihîstin, me bihîst êşkence li cenazeyan tê kirin û tên perçekirin. A rast ev cihê matmayînê ye û em hêvî dikin ku der barê van sûcan de lêpirsîneke cidî bê kirin." 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.