• KCK'ê bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku PKK destaneke vejînê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo PKK'ê zor û zehmetî nîne. Zehmetî ji bo PKK'ê sedema têkoşînê ye."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de PKK weke destaneke vejînê tê destnîşankirin û tê gotin: “Dîroka têkoşînê ya 42 salan a PKK'ê destaneke vejînê ye. Hem vejîna neteweyî ye, hem jî dîroka hêz û îradebûna gelê Kurd e. Têkoşîna ji 42 salan kir ku gelê Kurd bibe gelekî ji bo jiyaneke azad û demokratîk têdikoşe. Di nava vê têkoşîna 42 salî de gundek, kolanek, taxek, bajarokek, bajarek nema ku ranebû ser piyan. Bi sedan, bi hezaran carî rabûn serhildanê û li ser vê bingehê bi rêxistinbûna xwe şoreşa neteweyî, şoreşa siyasî, şoreşa demokratîk, şoreşa çandî û civakî hate pêkanîn. Pênaseya 'gelê serhildanê' ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd kir, karakterê şoreşgerî yê gelê Kurd raxist pêş çavan. PKK'ê, gelê ku li cîhanê weke yê herî paşmayî dihate dîtin, kir gelê herî şoreşger ê pêşketî.

PKK bi rola dîrokî radibe

Nasnameya bingehîn a PKK'ê karakterê azadîparêziya jinê ye. Ev erdnîgariya ku şoreşa neolîtîk a bi pêşengiya jinê lê pêk hat, îro bi pêşengiya PKK'ê bi têkoşîna şoreşa demokratîk a li ser xeta azadiyê ya jinê, veguheriye kanî û jêderka şaristaniya demokratîk. Di şexsê gel û jinên Kurd de mirovahiyê îro berê xwe dane Rojhilata Navîn. Gelê Kurd bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK'ê dimeşîne, wê ne tenê xwe azad û demokratîk bike, di heman demê de wê deriyê demokratîkbûnê jî li Rojhilata Navîn heta dawiyê veke û bi rengê ku li dîroka xwe bê, veguherîna dergûşa şaristaniya demokratîk.

Pergala qirker bi bin ketiye

PKK bi têkoşîna xwe ya 42 salî mêtingeriya qirker ku li ser Kurdan tê meşandin bi hemû aliyên xwe teşhîr kiriye, êrîşên heyî pûç kiriye. Dewleta Tirk a mêtinger û qirker ku di dijminatiya Kurdan de çendî êrişê bîne jî, zehmet e ku li ser Kurdan pergala mêtingeriya qirker dîsa ava bike û armancên xwe pêk bîne. Li ser xeta Rêber Apo weke ku ev 42 salan dibe, dema ku têkoşîn bi biryardarî were domandin mêtingeriya qirker û hişmendiya ku xwe dispêre ser wê were têkbirin. Têkoşîna ku gelê Kurd bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk rê ve dibe bi mîsogerî wê bi ser bikeve, gelê Kurd wê ziman, çand, nasname û xwerêvebirinê hebûna xwe mîsoger bike.

PKK bihar û Newroz e

Ji bo PKK'ê zor û zehmetî nînin. Zor û zehmetî hemû ji bo PKK'ê sedema têkoşînê ye. Têkoşîna ku li ser xeta PKK'ê hatî kirin, van 42 salan çawa ku heq ji hemû zor û zehmetiyan derketibe, di sala 43'an a PKK'ê de jî, têkoşîna azadiyê wê heq ji hemû zor û zehmetiyan derkeve, faşîzma AKP-MHP'ê ku bilindiya mêtingeriya qirker e têk bibe. AKP êdî partiyeke wiha ye ku dema wê bihuriye. 15 sal in wextekî zêde bi hemû gelên Tirkiyê xisirandiye, di serî de bi gelê Kurd, gelên Tirkiyê û Rojhilata Navîn hemû gelekî êşandiye. Li ser xeta Rêbertî têkoşîna li dijî vê faşîzmê û weke bersiva berdêlên ku hatine dayin di sala 43'yan a têkoşînê de, wê Kurdistana Azad, Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk pêk bîne.
Li ser vî bingehî di sala 43'an a têkoşînê de di serî ciwan û jin em bang li hemû gelê xwe, dostên xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê têkoşînê geş bikin, Deheqan hilweşînin, Rojhilata Navîn bigihînin biharên nû yên Newrozan."

NAVENDA NÛÇEYAN