PKK her rojê dike Newroz!

Duşem 14 Adar 2022 - 22:15

  • Komîteya Navendî ya PKK´ê îşaret bi xurtiya têkoşîna îsal kir û got, ew bawer dike wê ku îsal têkoşîna azadiyê wê her roj weke Newrozê bê geşkirin. 

Komîteya Navendî ya PKK'ê diyar kir ku Newroza 2022'an destpêka sala pêncihî ya danîna hîmên bingehîn ên PKK'ê ye û got, "Em bang li gel û dostên xwe dikin da ku her roja sala nû, bikin mîna Newrozê."

Komîteya Navendî ya PKK'ê bi wesîleya Cejna Newrozê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Em; Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd di Newrozeke nû de ne. Newroz cejna me ya yekîtî, berxwedan û azadiyê ye. Yek ji kevintirîn cejnên azadiyê yên dîroka mirovahiyê ye. Bi pêngava Rêbertiyê û PKK'ê re Newroz bedewtir û watedartir bû. Newroz li çar parçeyên Kurdistanê û çar aliyên cîhanê bi coş tê pîrozkirin. Li ku derê welatparêzekî Kurd hebe, Newroz li wê derê teqez tê pîrozkirin. Bi coş û biryardariyeke welê mezin em dest bi sala nû ya Newrozê dikin. Em pê bawer in ku ev rewş wê tevahiya salê dewam bike û her roj wê mîna Newrozê têkoşîna demokrasî û azadiyê bê geşkirin.”

PKK´ê “têkoşîna azadiyê ya mezin” silav kir û got, “armanca têkoşêna azadiyê misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.” 

PKK partiya Newrozê Kurd gelê Newrozê ne

PKK´ê bal bire ser cihê Newrozê di damezrandina PKK´ê de jî û got, “Newroza 2022'an sala 50'emîn a Pêngava Rêbertiyê û danîna hîmên PKK'ê ye. Sala nû ya Newrozê sala 50'î ya Meşa Rêbertiyê ya Apoyî û PKK'ê ye. Pêngava Rêbertiyê ya Apoyî di Newroza 1973’yan de pêk hat. Koma Apoyî ya ku hîmê PKK'ê danî, di Newroza 1973'an de li qada Bendava Çûbûkê ya Enqereyê bi civînekê ava bû. Bi vî rengî li dijî zext û tarîtiya darbeya faşîst-leşkerî ya 12'ê Adara 1971'ê rastiya ronahî û berxwedêr a Tevgera Azadiyê ya Apoyî ava bû. Ev meşa rasteqîn a Apoyî niha dest bi sala xwe ya 50'emîn dike. Eşkere ye ku rastiya Rêber Apo Rêbertiyeke Newrozê ye. PKK jî weke partiyeke Newrozê hate damezrandin û bi pêş ket. Gelê Kurd bi pêşengiya Rêber Apo û PKK'ê, bi têkoşîna azadiyê ya 49 salên derbasbûyî re veguherî gelekî Newrozê.”

PKK´ê şehîdên Newrozê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, şehîdên PKk´ê yên weke Hakî Karer, Mazlûm Dogan, Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Sakîne Cansiz, Mehmet Karasûngûr, Agît, Bêrîtan û Zîlan jî bi bîr anîn, careke din soz da ku armancên wan bi ser bixîne û xwedî li bibîranîna wan derkeve.

Rêber Apo wezîfeyên xwe birin serî

Komîteya Navendî ya PKK´ê wiha îşaret bi rola Ocalan a di têkoşînê de kir: “Bêguman di vê meşa azadiyê de keda herî mezin a Rêber Apo ye. Rêber Apo hem ev têkoşîna mezin da destpêkirin hem jî her demê barê herî giran hilda ser milê xwe û wezîfeyên xwe birin serî. Weke milîtan, partî û gel, em ji nava pergala qirker rizgar kirin û li ser xeta jiyana azad ji nû ve afirandin. Ya rast ew e ku em rastiya Rêbertiyê bi esasî fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin.”

PKK´ê dewra şehîdan a di têkoşînê de jî wiha rave kir: “Rastiya şehîdan hêza me ya berxwedanê û daxwaza me ya serketinê afirand. Ne ji wan bûya, me nikarîbû tiştek bikira, nikarîbû gavek jî biavêta. Weke gel û tevger, em bi rastiya şehîdan gihîştin heta vê serdemê. Lewma ji bo me esas e ku li gel Rêbertiyê, rastiya şehîdan rast fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin. Em şehîdên xwe yên leheng her tim bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û em ê timî wan bi bîr bînin. Meşa me ya bi biryar û serketî ya sala 50'î wê li ser vî bingehî be.”

Newroza gerîlayan pîroz kir

PKK´ê newroza gerîlayan jî pîroz kir: “Bêguman hêzên gêrîla yên qehreman, bûn hêza me ya berxwedêr pêşeng ku li ser xeta fedaîtiyê şer û jiyan kirin. Li ser bingehê afirandina fedekarî û wêrekiya gerîla jin û ciwanên Kurd, gelê Kurd ê wêlatparêz hemû meşiyan û vê meşa qehremantiyê ya pêncî salan afirandin. Em her kesê ku xwe westandine di ber vê meşa azadiyê ya pîroz de birêz û hurmet silav dikin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.