• Bi minasebeta salvegera damezirandina PKK’ê, Stêrk TV’yê bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan re hevpevyînek kir. 

Bi minasebeta salvegera damezirandina PKK’ê, Stêrk TV’yê bi Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan re hevpevyînek kir. 

Di hevpeyvînê de Karayilan got, “Dîroka 43 salan a PKK’ê destaneke dîrokî ye; rûpeleke zêrîn a dîroka gelê Kurdistanê ye. Dîrokeke mezin e. 

Di 27’ê Mijdarê de civîna li gundê Fîsê Licê hate kirin û biryarên hatin standin, biryara ji bo berxwedana neteweyî û hebûnê bû. Partî li ser vê bingehê ava bû. Vê damezrandinê bi xwe re li Kurdistanê gelek tişt guhertin. Fikir û nêrînên Rêber Apo li Kurdistanê Ronesansek ava kir. Yanî li dijî bêbawerî, bêhêvîtî, nezantî û dûrketina ji Kurdîtiyê, Rêber Apo her tişt guhert.

Êdî tirs nemaye, mirov wêrek bûne. Komploya navneteweyî kirin; 34 dewlet bûn yek û Rêber Apo dîl girtin. Lê belê nekarîn pêşî li meşa PKK’ê ya mîna lehiyekê bigirin. PKK her gavê mezintir bû, geş bû û gihîşt vê astê.”

Îmralî sîstemeke tinekirinê ye

Li ser sîstema êşkencê ya Îmraliyê jî Karayilan got, “Rêber Apo ji aliyê Tirkiyeyê ve nehate girtin. Hêzên komploger ew girtin û radestî Tirkan kirin. Tirkiye gardiyantiyê dike. Ji bo Rêber Apo nikaribe li wir bifikire li wê derê sîstemeke bi vî rengî ava kirin. Vê dawiyê çend heval çûn gel Rêbertiyê.  Jixwe digotin, ‘divê em gav bi gav bikujin’. Sîstema Îmraliyê bi vî rengî ye; yanî dixwazin ku gav bi gav welê li Rêbertiyê bikin ku nikaribe bifikire. Heger Rêberek nikaribe bifikire, jixwe nikare bibe rêber, yanî mîna ku mirî ye lê tê. Bêguman tevî vê yekê ji aliyê fîzîkî ve jî plan dikirin ku ‘gav bi gav tune bikin’. Yanî sîstema Îmraliyê sîstemeke dijwar a bi vî rengî ye. Ji bo pênasekirina sîstema Îmraliyê gotinên êşkenceya psîkolojîk û tecrîdê bi tena serê xwe têrê nake. Ev sîstem sîstemeke tinekirinê ye, sîstemeke qirkirinê ye.

Rejîmê ev sîstem hêdî hêdî ava kir. Siyaseta ku li Îmraliyê tê meşandin, dixwazin niha li tevahiya Tirkiyeyê serwer bikin. Her kes para xwe ji vê werdigire. Ji ber vê yekê ji bo demokrasî û hiqûq bê Tirkiyeyê, beriya her tiştî divê sîstema Îmraliyê ji holê bê rakirin.”

Gerîla dijmin têk bir

Ji bo berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî Karayilan got, “Ya rast wan dît ku li Bakur nekarî encamê bigirin. Di sala 2021’ê de xwestin ku baregehên me yên li Başûrê Kurdistanê û me tine bikin. Pîlana wan bi vî rengî bû û ji bo vê jî amadekarî kirin. Wan digot, ‘hêzên me yên hewayî hene; em ê lê bidin, yên nerevin jixwe wê îmha bibin, yên birevin jî wê ji hev belav bibin û em ê wan ji vir derxînin’. Destpêkê ji Garê ev yek kirin. Piştre jî berê xwe dan Avaşîn, Zap û Metînayê. Lê belê dîtin ku kes ji ber wan nereviya û kes belav nebû. Vê carê jî dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin.

Lê belê bi wî rengî jî nebû. Ji ber vê yekê roja 23’ê Nîsanê leşkerên xwe danîbin ku derê, hîna jî li wir mane. Ya rast xitimîn, têk çûn. 

Wan plan kiribû ku di nava 2-3 mehan de qadên gerîla hemûyan dagir bikin, her wiha hevalek du hevalên ji rêveberiyê yên naskirî tesfiye bikin û li ser bingeha ragihandina serketina xwe di Mijdarê de hilbijartinan bikin. Ev pîlan bi ser neket. Bêguman gerîla di vê demê de bi rêbazeke nû derkete hemberî wan. Ew ne li benda vê bûn û li pêşberî vê rêbaza nû matmayî man.”

Têkoşîn wê her dewam bike

Di dawiyê de Karayilan got, “Ji Dersimê û vir ve zilma herî mezin ji aliyê rejîma Erdogan û AKP’ê ve hate kirin. Gelê Kurd wê ti carî vê ji bîr neke. Erdogan yekî nijadperest e û ew kes e ku salên dawî zilma herî mezin li Kurdistanê kiriye. Dawiya dawî yê ku têk biçe wê ew be. Ji ber ku em gel in; koka me ji dîrokê tê. Ew nikarin me tine bikin. Dibe ku car carna bipêşketin-bipaşketin çêbe, lê belê têkoşîn wê her tim dewam bike. Ew têk çûn. Wan xwest li ser bingehê Pîlana Têkbirinê me têk bibin, lê belê ew niha li ber têkçûnê ne. Wê têk biçin.” 

NAVENDA NÛÇEYAN