PKK efsaneyek e

Çarşem 26 Mijdar 2025 - 03:30

Nivîskar Rêkewt Îsmaîl bal kişand ser tevgera Azadiyê û rola Rêber Apo û got: “Di dîroka gelê Kurd de PKK efsaneyek e ku divê mirov wiha qala wê bike. Ji ber ku xwedî gelek destkeftiyên bingehîn e.”

Tevgera Azadiya Kurd bi têkoşîna xwe ya nîv sedsalî hebûna Kurd û pirsa Kurd gihande cîhanê û îro bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ pêvajoyeke ya çareseriyê di navbera Tirkiye û Rêber Apo de tê kirin. Bi rasthatina salvegera damezirandina Tevgera Azadî Kurd PKK’ê çalakî û pîrozbahiyên bê kirin pir cuda ne. Nivîskar û Çalakvanê Siyasî Rêkewt Îsmaîl têkildarî Rola Rêber Apo, pêngava aştî û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd axivî.

Ewilê nivîskar û çalakvanê siyasî Rêkewt Îsmaîl bal kişand ser têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û çûna şandeya komîsyonê ya Îmraliyê û got: “Hewldanên ji bo çareseriya pirsa Kurd salên pir dûr û dirêj hate kirin. Ti demê dewlet amade nebû Birêz Ocalan weke muxatabê esasî yê çareseriya pirsa Kurd bibîne. Li aliyê din pirsa Kurd di çarçoveya ewlehî û îstixbaratî de bi rê ve diçû. Niha berovajî, niha daxwaza gelê Kurd, Qendîl û hemû Kurdan pêk tê, pirsa Kurd di çarçoveya sererastkirinên qanûnî de di bin sêwana Parlementoyê de bê çareserkirin. Ji pirsa ewlekarî û îstibaratî veguherî pirseke siyasî û yasayî. Yekem gava dewletê ya ji bo pêngavê çûna şandeya komîsyonê ya Îmralî ye.”

Nivîskar Rêkewt Îsmaîl qala têkoşîna nîv sedsalî ya Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê û nêzîkbûna salvegera Cejna Berxwedanê ya Netewî kir û ev nirxandin kir: “Di dîroka gelê Kurd de PKK efsaneyek e ku divê mirov wiha qala wê bike. Ji ber ku xwedî gelek destkeftiyên bingehîn e. Ji sala 1973'yan heta sala 1978’an dema damezirandina kongreya xwe qonaxeke gelek girîng û çarenûsaz bû di dîroka PKK’ê de. Di vê qonaxê de gelek tevgerên çep rû bi rûyê êriş û tundiya dewletê hatin. Yek ji qonaxên herî girîng ewe ku bû rêxistineke ku têkoşîneke xurt ya siyasî pêk bîne."

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.