- Duran Kalkan: Xweseriya Şengalê, xwerêvebirina wê, ne li dijî qanûnên DYE’yê, ne jî li dijî yên Iraqê ye. Me poşman nekin ku em ji Şengalê derketine û PKK’ê neçarî destwerdanê nekin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, xweseriya Şengalê û xwerêvebirina wê ne li dijî qanûnên DYE’yê, ne jî li dijî yên Iraqê ye. Kalkan got, “Hêvî dikin me poşman nekin ku em ji Şengalê derketine û PKK’ê neçarî destwerdanê nekin.”
Dûran Kalkan tevlî Bernameya Taybet a kanala televizyonê ya Medya Haberê bû û bersiv da pirsên rojnamevan Hoşeng Yilmaz.
Kalkan li ser peymana Bexda û Hewlerê ya dijî Şengalê got, “Xweseriya Şengalê, xwerêvebirina wê, ne li dijî qanûnên DYE’yê, ne jî li dijî yên Iraqê ye. Heger hûn bixwazin civakeke ku PKK’ê ew ji qirkirina DAIŞ’ê rizgar kiriye, qetil bikin, hûn nabin qehreman. Herî zêde hunê bibin parçeyekî DAIŞ’ê û siya wê. Ev jî ji bo ti kesî baş nîne. Hêvî dikin me poşman nekin ku em ji Şengalê derketine û PKK’ê neçarî destwerdanê nekin.”
Dem dema azadiyê ye
Kalkan li ser pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ jî peyivî û got, ev pêngav "li çiyan, bajar, zindan û her derê cîhanê bûye qada berxwedanê. Divê hê zêdetir bê bipêşxistin. Têkoşîna zindanan girîng e. Berxwedana zindanan her demê qezenc kiriye.
Siyaseta demokratîk li ber xwe dide. Cesaret û biryardarî heye. Divê her kes li cihê lê li ber xwe bide. Faşîzim dijminê her kesî ye. Dijminê mirovahiyê ye. Ev dijminê welat in. Dijminê civakê ne. Dijminê azadî, demokrasî û mirovan in. Bi kurtî dijminê her kesî ye. Ji bo vê êrişî her kesî dike, ji bo wê divê li dijî faşîzmê her kes tevlî berxwedanê bibe. Her kes li ber xwe bide."
Rola jin û ciwanan
Kalkan wiha îşaret bi rola jin û ciwanan di vê berxwedanê de kir: "Berxwedana jinan û dayikan girîng e. Jin û dayik çawa ku berê bi rola xwe rabûn niha jî bi rola xwe radibin. Ev bi bandor e. Li ser bingehê pêngava KJK’ê ya li dijî destavêtin-destdirêjî û qetilkirina jinan, tevgereke şoreşgerî ya mezin tê birêvebirin. Têkoşîna jinê têkoşînekî ne teng e, ji bo vê êrişî jinê dike. Jin jî bersivê didin.
Ciwan jî li ber xwe didin. Di van berxwedanan de rola ciwanan heye. Di salvegera 42’an a partiya me de 43 ciwan tevlî nav refên me bûn, ez wan silav dikim. Bi xêr hatin. Ciwan tevlî nav refên partiyê dibin, tevlî nav refên gerîla dibin. Li her derê tevlî têkoşînê dibin. Têkoşîn li her derê ye. Partî û berxwedan li her derê ye. Divê ciwan li her derê tevlî bibin. Di asta pêşengayetiyê de cih bigirin."