PKK'ê ji lîsteya terorê derxin!

Yekşem 28 Mijdar 2021 - 23:31

  • 120   sendîkavan, aktivîst, hunermend, rojnamevan û akademîsyenên Fransî bang li Serokê DYE'yê Biden kir da ku PKK ji nav lîsteya rêxistinên terrorîst were derxistin. 

120   sendîkavan, aktivîst, hunermend, rojnamevan û akademîsyenên Fransî bang li Serokê DYE'yê Biden kir da ku PKK ji nav lîsteya rêxistinên terrorîst were derxistin. 

Ji herêmên Occitanie û Provence yên li başûr û başûrrojavayê Fransayê, 120 hilbijartî, sendîkavan, aktivîst, hunermend, rojnamevan û akademîsyenî bang li Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden kir da ku PKK ji nava lîsteya terorê were derxistin.

Metna bangê di rojnameva La Marseillaise de hate weşandin. Ev rojnameyek e ku di berxwedana Fransa ya li dijî Faşîzma Naziyan de xwedî cihekî girîng bû û îro jî xwedî maneyeke sembolîk e. 

Di metna bangê de tê gotin, "Tirkiye destekê dide rêxistina terorê DAIŞ'ê, Kurdan serkut dike, muxalif û întelektuelan digire û li dijî Sûriyê, Iraq, Libya û Yewnanîstanê polîtîkayên împeryal dike.

Kurdan li gel hêzên koalîsyonê ku Emerîkî jî di nav de ne li dijî DAIŞ'ê şer kir û ew vî şerî hê jî didomînin. Bi deh hezaran şervanên ciwan ji bo ku vê rêxistina faşîst têk bibin, jiyana xwe dan, li gel vê bi hezaran gaziyên wê yên şer hene. Li Şengalê li dijî DAIŞ´ê, dîsa canê xwe dan û bi hezaran Êzîdî xilas kirin."

Di metnê de biryara Dadgeha Îstînafê ya Belçîkayê ya 28'ê Çileyê 2020'an hat bi bîr xist: "Dadgehê got, PKK li şerê nav sînorên Tirkiyê aliyekî şer e û ji ber vê nikare were rêxistina terorê were dîtin." Piştre jî ev bang li Joe Biden hat kirin:

"Serokê Rêzdar, Kurdan, ku li Rojhilata Navîn li dijî DAIŞ'ê şerekî rastîn kirin û hevalbendên we ne, tenê nehêlin. Em bi rengekî lêrawestiyayî bang li we dikin ku hûn PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxînin."

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.