PKK divê li vir bimîne

Yekşem 1 Gulan 2022 - 22:33

  • “Siyaseta PDK’ê hemû di berjewendiya êriş û xwestekên Tirkiyeyê de ye.”

BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS/GERMIYAN 

Nivîskar û çavdêrê siyasî Letîf Fetîh Ferec derbarê êriş, hebûna dewleta Tirk a li Başûr, siyaset û kirinên PDK’ê got; “Siyaseta PDK’ê hemû di berjewendiya êriş û xwestekên Tirkiyeyê de ye.”

Letîf Fetîh Ferec dibêje, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a ji bo Kurdistanê metirsiyeke mezin e.

Letîf Fetîh Ferec her hevkariya bi dijmin re weke xiyanetê bi nav dike, û dibêje, “Di dîrokê de ji dema Osmaniyan ve siyaseteke dewleta Tirk heye, ew jî dijberiya Kurdan e. Destpêkê aliyên ku daxwaza mafê xwe dikin, ji holê radikirin, piştre yên ku dibûn dost jî ji holê radikirin. Niha heman siyasetê li ser gelê Kurd dide meşandin, bînin bîra xwe, Kurdên ku di parlamena Tirkiyê de piştgiriya Ataturk kirrîn, piştî karê wan bi wan nema, hemû kuştin.”

Wî ji bo hevkariya dewleta Tirk got, “Yên ku li pêşiya leşkerên Tirk dikevin û hevkariyê dikin, çekan hildigirin û rê ji dijmin re vedikin, dibe ku niha ne armanca Tirkiyeyê bin, lê di dema pêş de ew ê xwe bide der.

Kurd bi şerekî giran re rûbirû ne, di vê demê de her kesê ku xizmeta dewleta Tirk bike, çetetiyê dike. Siyaset û kirinên PDK´ê, hemû di berjewendiyên Tirkiyeyê de ne.”

Letîf Fetîh Ferec derbarê helwêsta berdevkê Hikûmeta Herêmê Cotyar Elî yên ku hebûna PKK´ê li Başûr dixist ber lêpirsînê got, "Ji bo çi Mele Mistefa sala 1946’an çû Mehabadê? PKK wek partiyeke Kurd doza mafê Kurd diparêze. Di şerê germ ê li dijî DAIŞ’ê de li Kerkûk, Daqoq, Şengal û Mexmûrê bû. Gotina, divê PKK li vir nemîne, xiyaneta herî mezin e. Her kesê vê yekê bibêje, ew li cem dewleta Tirk e.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.