PKK baweriya bi azadkirina gel e

Nûçeyên Forum

În 27 Mijdar 2020 - 03:00

HAQÎ ARMANC

 

Îro 39’emîn salvegera damezrandina PKK’ ê ye. Ez vê rojê di serî de li Rêber APO, gelê Kurdistanê, tevayê gelên azadîxwaz ên cîhanê û tevayê hevalan pîroz dikim.

PKK, di 27’ê Mijdara sala 1978’an de li gundê Fîse yê Licêya Amedê bi tevlîbûna 22 kesan hat damezirandin. Tevgera azadiya Kurdistanê PKK, di serdemekê de ku gelê Kurdistanê li ber tinekirinê bû, di pêşengiya Rêber APO û çend hevalê wî de derket holê. Gelê Kurd hêviya xwe ya azadiyê ji dest dabû û her diçû diket tarîtiyê. Bi derketina tevgera APOYÎ, roj bi roj ronahî çêbû û hêviya azadiyê xurt bû. Di serî de ked û hewldana Rêber APO ku tevayê jiyana xwe da vê tekoşînê, xeteke azadiyê ya serbixwe ku êdî qet bi bin nakeve, xuliqand. Beriya her tiştî, lazim e mirov li hember keda Rêber APO rêzdar be û heqê wê bide wê. Cardin, di serî de şehîdên destpêkê û bi hezaran qehremanên ku di vê tevgera azadiyê de şehîd bûne, erkeke mirovahiyê ye ew bên bibîranîn û rêzgirtin ji bo nirxê ku wan ava kir. Cardin, berxwedan û qehramantiya gelê Kurdistanê ku tevayê derfetên xwe bi gerîlayê azadiyê re par kiriye, divê em bi rêzdarî bi bîr bînin.

Ger îro tevgera azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ku bi pêşengiya PKK’ê gihîştiye asta serketinê û bi milyonan mirov piştgiriya wê dike, bêguman em hemû deyndarê vê ked û berxwedanê ne ya ku me li jor anî ziman. Ji niha û bi şûn ve, gihandina serketinê ya vê tekoşîna azadiyê, erka me ya exlaqî û wijdanî ye. Lazim e her mirovê ku exlaq û wijdan pê re hebe, bi rêzdarî nêzî vê dîroka PKK’ê bibe ya ku bi xwîn, xwêdan û tîpên zêrîn hatiye nivîsandin û bêhtir piştgiriya wê bike. Ji ber ku ev tevger tenê ne ji bo gelê Kurdistanê, ji bo tevayê mirovatiyê ronahiya azadiyê ye. Roja îro tevayê gelên azadîxwaz bi baldarî nêzî vê tevgera mirovatiyê dibin û cihê xwe li gel wê digirin.

Ev çend roj in wek her sal gelê Kurdistanê li tevayê cihanê salvegera PKK’ê pîroz dike. Tevayê saziyên gelê Kurdistanê peyama pîrozbahiyê weşandin û salvegera 38´am a damezrandina PKK’ê pîroz kirin. Îro me jî li baregeha xwe ya ku 50 metroyî di bin erdê de bû, ev roja Cejna PKK’ê pîroz kir. Destpêkê heval Xebat Andok li ser salvegera PKK’ê civînek bi giştî hevalan re çêkir û girîngiya derketina holê ya PKK’ê anî ziman. Piştre jî hevalan şahiyek amade kiribûn. Gelek skeç, şano, lîstik hebûn û govend hat gerandin û tevahiya hevalan coş û moraleke mezin jê girtin. Heval Îbrahîm Urfa û Mizgîn Semsûr ji bo ku vê şahiyê organîze bikin, hatibûn erkdarkirin û amadakariyên hevalan baş bûn. Ji nîvro heta êvarî, hevalan bi coşeke mezin salvegera 38´an a damezrandina PKK’ê, destpêka sala wê ya 39’an pîroz kirin. Gelek lîstikan heval pirr kenandin û coşa hevalan zêde kir. Salên beriya vê, em di baregehê de tenê weke hevalên xort diman. Lê îsal em 22 hevalên xort û 8 hevalên jin di heman baregehê de dimînin. Li gor salên din bi tevlîbûna hevalên jin, şahiya me dewlementir bû û hevalan bêhtir moral girt. Bi qasî ku hevalan coş û moraleke mezin girt, ewqasî jî peyema demê ya ku weke şoreşgerên azadiya Kurdistanê em jê bigirin jî di vê rojê de hatin dayin. Her peyam, lîstik û henekek wek rexneyekê bû û bi pîvan dihat bipêşxistin. Meşandina vê şahiya dewlemend jî hevala Mizgîn Semsûr dikir. Di vê rojê de hevalan ked dabû û li gorî derfetan ji bo xwarinê lehmecûn, beqlewe û şîranî jî çêkiribûn.

Haqî Armanc

 

Her çiqasî em di şikefteke 50 mîtroyî di bin şikêrên Kato Jîrka de bin û derfetên me kêm bin jî, bi qayî hewce bû, me ev roja salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir û peyama pêwîst girt. A girîng ew e ku di vê zivistanê de em xwe baş perwerde bikin û di sala li pêşiya me de erkên xwe yên şoreşgerî serketî bînin cih. Dilsoziya bi Rêber APO û şehîdên azadiyê re tenê gava mirov erkên xwe bi têra xwe bi cih bîne, pêkan e. Peyama herî rast û di cih de ku em ji vê rojê bigrin ew e ku em bi baweriya doza rizgarkirina gel û welatê xwe tevlî xebatên li pêşiya xwe bibin. Ev ji bo me ji av û xwarinê li pêştir e. Ji ber ku erka me ya herî sereke û şoreşgerî ye.

Ez cardin vê rojê li tevayê mirovên azadîxwaz û pêşverû pîroz dikim û di tekoşîna wan a azadiyê de serketinê dixwazim.

* Ji rojnivîsên yekî ji fermandarên HPG´ê, Haqî Armanc hatiye wergirtin. Ev nivîs li gorî têbîniya di rojnivîskê de 27´ê Mijdara 2016´an li baregeha Şehîd Serdem a li Kato Jîrka ya Botanê hatiye nivîsîn.

** Mezin nivîsîna “Rêber APO” û peyva “APOYΔ weke xwe hatine hiştin çawa ku di rojnivîskê de jî wisa bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.