PKK avê vexwe wê krîmînalîze bikin
Pêncşem 16 Hezîran 2022 - 21:27
- “Hikûmeta federal xwe diavêje pey gotinên pûç û vala. Em dikarin belge bikin iku ku Tevgera kurd li elmanyayê ti tehlûkeyê çênake.”
BERDAN DOGAN / FRANKFURT
Parêzerê PKK´ê di doza li dijî qedexekirina PKK´lê de Lukas Theune nerazîbûna xwe ji israra wezareta karê hundir a Elman a di qedexekirina PKK´êd e nîşan da û got, “Hikûmeta federal xwe diavêje pey gotinên pûç û vala. Em dikarin belge bikin iku ku Tevgera kurd li elmanyayê ti tehlûkeyê çênake.” Parlamentera Federal a ji Partiya Çep, Gokay Akbulut jî bang li wezîrê karê hundir kir da ku biryara xwe di ber çavan re derbas bike.
PKK´ê bi rêya parêzerên xwe, 11´ê Gulana bihurî li dijî qedexeya 29 salan a PKK´ê li Elmanyayê, miracaetî wezareta karê hundir a federal a Elman kiribû. Gokay Akbulut jî 18´ê Gulanê pêşnûma pirs da meclîsa federal û got, “Gelo ji bo ji nû ve nirxandina qedexekirina PKK´ê elaqedarî miracaeta 11´ê Gulanê, çi guhertinên erênî hene?”
Li ser navê hikûmetê, 25´ê Gulanê, wezareta karê hundir bersiv da pirsê û got, ew nafikirin ku qedexeyê betal bikin.
Akbulut: Hikûmet durû ye
Akbulut bersiva hikûmetê bi tundî rûreş kir û got, “Siyaseteke durû dimeşînin. Wan salên bihurî, di şerê li dijî DAIŞ´ê de partiyên Elman pesnê YPG, YPJ û PKK´ê dida. Niha jî hikûmet ji bo ku navbera xwe û hevgirê xwe yê NATO´yê Tirkiyeyê xira neke, naxwaze qedexekirina PKK´ê ji nû ve nanirxîne.
Ji ber vê qedexeyê, ji ber ku destek daye PKK´ê yan jî sembolên wê nîşan dane li gelek mirovan doza ceza hatiye vekirin.
PKK ji bo ewlehiya cemaweriyê ne tehlûke ye û ji bo ku armancên xwe li elmanyayê pêk bîne jî şidetê bi kar naîne.”
Wê bang li wezîra karê hundir Nancy Faeser kir da ku qedexekirina PKK´ê di ber çavan re derbas bike.
PKK ne tehlûke ye
Ji parêzerên PKK´ê yên di doza li dijî qedexekirina PKK´ê de, Lukas Theune jî got, “Di meseleya qedexekirina PKK´ê de mixabin hikûmeta federal hîna jî xwe diavêje pey gotinên pûç û vala. Em dikarin belge bikin ku Tevgera Kurd li Elmanyayê ti tehlûkeyê çênake.”
Wî got, raporên Rêxistina Îstîxbarata Navxweyî ya Elman, ne yên ku mirov baweriyê bi wan bîne û wiha dewam kir:“Dayreya Parastina Destûrê [Îstîxbarata Elman] di warê ewlekariya civakê de bi temamî bêkêr e. Divê lê mikur bên ku KK´ê li elmanyayê ti çalakiyên şidetê nekirine û ne tehlûke ye.”
Theune ji bo rapora îstîxbaratê got, her çalakiyan siyasî, civakî û çandî ya Kurdan krîmînalîze dikin û behsa vê nimûneyê kir: “Di rapora 2020´an de Rêxistina Parastina Destûrê, ji ber ku saziyên Kurdan li dijî pandemiya Koronayê xelk agahdar dikir, ew weke tehlûke nîşan dabû. Ev bi temamî kelevajî bû.”