PKK amade ye

În 13 Tebax 2021 - 03:54

  • PKK: Sala 38'an a pêngavê wê bibe sala serketineke mezin. Tevgera me û gelê me wê bi biserxitsina pêngava 'Dem dema azadiyê ye' armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe serî.

Komîteya Rêveber a PKK'ê bi rasthatina salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Wê got, sala 38'an a pêngava 15´ê Tebaxê wê bibe sala serketinên mezin. PKK´ê got, "Em di salvegera 37'an a Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an a dîrokî de ne. Cejna Gerîla û Vejîna Neteweyî ya 15'ê Tebaxê li Rêber Apo, hevrêyan hemûyan, li hêzên me yên gerîla yên leheng, gelê me yê welatparêz, jin û ciwanan, li dostên şoreşger û demokrat hemûyan pîroz dikin. Di şexsê hevrê Egîd û Zîlan de ku fermandarên nemir ên pêngava mezin a dîrokî ne, her wiha di şexsê şehîdên me yên 15'ê Tebaxê yên mezin Zekî Şengalî, Atakan Mahîr û Egîd Garzan de şehîdên leheng hemûyan bi rêz, hezkirin û minetê bi bîr tînin." 

PKK´ê îşaret bi girîngiya pêngavê kir û got, "Kurdistan bi Pêngava Gerîla ya 15'ê Tebaxê şewq da. Kurdan her tişta bi navê azadiyê li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê bi dest xist. Gelê me û xaka Kurdistanê li ser bingehê xweparastin û tolhildana ji dijmin bû xwedî hêza xweparastinê. Şoreşa Azadiyê ya Jinê ku çalakiya herî mezin a azadiyê ya dîrokê ye, li ser vî bingehî derkete holê. Berxwedana gel û netewetiya demokratîk.

Pêngava Gerîla ya Şoreşgerî ya 15'ê Tebaxê ji bo Kurdan bû tevgereke ronakbîrî û azadiyê. Têkoşîna dîrokî ya 37 salan a ku li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê pêk hat, rûyê Tirkiye û Rojhilata Navîn guherand. Maskeya derew, fen û fûtan anî xwarê û li ser bingeha azadiya Kurdan rastiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê afirand. Li ser xeta neteweya demokratîk rêya jiyana azad a bi hev re ya gelan û cihêrengiyan vekir."

Heta hesab ji kujeran bê pirsîn

PKK´ê bi bîr xist ku ruhê hatiye afirandin, di berxwedanan li Metîna, Zap û Avaşînê li Herêmên Parastinê yên Medyayê hemûyan de derbên kuştinê li dagirkeran û faşîzma AKP-MHP'ê dixe û wiha dewam kir: "Her ku gerîla lê dide, gelê me û hêzên demokratîk bêhtir radibin ser piyan, pêngaveke azadiyê ya mezin a ku faşîzma AKP-MHP'ê hildiweşîne li çar aliyên cîhanê rû dide. Ji ber vê yekê faşîzma AKP-MHP'ê dîn û har bûye. Kurdistan û Tirkiyeyê talan û wêran dike, bi her awayî rê û rêbazên ne exlaqî komkujiyên nijadperestiyê û lîncê dike. Di vê astê de êrişên herî nemerdane dike. Mîna berxê stuyê xwe li ber kêrê divê mirov nêzî êrişkariya faşîst nebe. Divê bi hişmendî û rêxistinî têkoşîneke antîfaşîst li her warî bi pêş ve bê birin, hesab ji kujerên faşîst bê pirsîn.

PKK ji serketinê re amade ye

Li ser bingehê amadekariyên me, sala 38'an a pêngavê wê bibe saleke ku şerekî xurt bê meşandin serketineke mezin bê bidestxistin. Tevgera me û gelê me li ser bingehê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî, bi biserxitsina pêngava 'Dem dema azadiyê ye'  wê armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe serî. Li ser vî bingehî em bang li jin û ciwanan, bang li her kesî dikin da ku li her cihî pîrozbahiyên bi bandor û bi coş li dar bixin, di Xeta Serketinê û Pêngava 15'ê Tebaxê de xwe nû bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.