Ji ber muzîka Kurdî derbarê parlamentera HDP´ê Remziye Tosûn de fezleke hate amadekirin.
Dadgeriya Tirk ev demek e, bi tevahiya hêza xwe êrişî muzîka Kurdî dike, hîna nû li Wanê ji ber ku li Strana Seyda Perînçek guhdarî kiriye, li Samî Tay bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” doz vekir. Vê carê jî ji ber ku li cihekî bû ku lê muzîka Kurdî lê dixist, ji bo bê dadgehkirin li dijî parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn fezleke amade kir.
Sala 2019’an dema Remziye Tosûn li navçeya Amedê Hênê, li dawetekê bûye, û li wê dawetê muzîka Kurdî hatiye lêxistin. Serdozgeriya dewleta Tirk a dagirker a li Amedê, li dijî Remziye Tosûn fezleke amade kir. Serdozger îdîa dike ku Tosûn û kesên pê re zext li muzîkjenê dawetê kirine da ku li ser ‘propagandaya rêxistinê’ bistirîne.
Fezlekeya li dijî Tosûn ji Meclîsa Tirk re hate şandin. Dozgeriyê xwest ‘destnedayîna’ Tosûn were betalkirin.
Tosûn nerazîbûn nîşan da û got “Di şexsê me de dixwazin gelê Kurd bitirsînin. Di doza Kobanê de jî ev tişt dikare were dîtin. Dema ku mesele HDP be, her tişt qedexe ye, lê ji wan re her tişt serbest e. Gelê me hay ji van tiştan heye. Em ê li hemberî vê bêhiqûqiyê serê xwe netewînin.”
ENQERE