Pitika filistînî 'dîl' hatiye girtin
În 17 Çile 2025 - 02:40
Samah Raf'at A. Ehmed a filistînî ku li navçeya Fatîhê ya Stenbolê dijî û bi zaroka xwe ya duyemîn ducanî bû, di 11'ê Çileyê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Nexweşiyên Zayinê û Zarokan a Suleymaniyeyê ya Zeytînburnuyê, zaroka xwe anî dinê. Zaroka ku sax ji dayik bû, nedan dayika wê. Rêveberiya nexweşxaneyê fatûreyeke 40 hezar lîre da ber Samah Raf'at A. Ehmadê. Rêveberiya nexweşxaneyê diyar kir ku heta fatûre neyê dayîn wê pitikê nedin wê. Samah Raf'at A. Ehmad jî ji ber vê ji bêgavî bi bi kodeke li destê wê hatiye girêdan 5 roj in diçe nexweşxaneyê pitika xwe şîr dide û vedigere malê. Samah Raf'at A. Ehmed ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û ji bo zaroka xwe ya ku ji ber pereyê wê tune ye ji aliyê nexweşxaneyê ve "dîl" hatiye girtin alîkarî xwest. Semah Ref'at A. Ehmed der barê bûyerê de wiha got:“Tevî pitika min a nû çêbû 2 zarokên min hene. Ez penabereke filistînî me. Em di 11’ê Çileyê danê êvarê saet di 20.00’î de çûn nexweşxaneyeke Zeytînburnûyê. Ez ducanî bûm û min zarokek anî dinê. Piştî welidînê nexweşxaneyê ji min re fatûreyek derxist û 40 hezar lîre xwest. Ji ber ku pereyê min tune bû min nikarîbû bidim. Piştî du rojan ez çûm û vê carê kesên li nexweşxaneyê 50 hezar lîre ji min xwestin. Yên li nexweşxaneyê ji min re gotin 'ger tu pere nedî em pitikê nadin te.’’ Samah Raf'at A. Ehmedê ku diyar kir ji ber şerê Îsraîl yê li dijî Filistînê welatê xwe terikandiye û ev 3 sal in li Taxa Fatîhê ya Stenbolê dijî û got ku ew li tu cihî naxebite û ji ber vê yekê nikare vî pereyî bide.
Hevserê wê dersînorkirine
Samah Raf'at A. Ehmedê diyar kir ku ew li Tirkiyeyê di nava şert û mercên zehmet de dijîn û dixwaze pitika wê bidin wê û got:“Jixwe ez di nava şert û mercên gelekî zehmet de dijîm. Ez her roj diçim nexweşxaneyê, pitika xwe dibînim û piştî şîrdanê vedigerim. Bi vî awayî, divê ez rojê carekê biçim nexweşxaneyê." Samah Raf'at A. Ehmedê anî ziman ku hevserê wê nêzî 7 meh berê bi hinceta ku belge kêm in hatiye dersînorkirin û got:“Ez gelek spasiya bijîşkan dikim. Lê pir zehmet e ku ez 40 an jî 50 hezar lîreyî qezenc bikim û bidim wan. Hevjînê min jî nêzî 7 meh berê hat dersînorkirin. Bila pitika min bidin min." Em bi rêya telefonê li nexweşxaneyê geriyan, lê wiha hat gotin: "Ji ber ewlehiyê em nikarin di vî warî de tu agahiyan bidin we."
MA/OMER ÎBRAHÎMOGLU