• PDK'ê hêzeke xwe ya taybet şand herêma Garê û bi çêkirina çeper û baregehên nû li pey provokasyoneke nû ye.

PDK'ê hêzeke xwe ya taybet şand herêma Garê û bi çêkirina çeper û baregehên nû li pey provokasyoneke nû ye.
Piştî Zînî Wertê PDK vê carê jî li herêma Garê li pey provaksyoneke nû ye.
Li gorî nûçeya RojNewsê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyên herêmî, PDK ji pêr ve hêzeke bi navê Gulan ku girêdayî Mesrûr Barzanî ye sewqê bajarokê Dînartê û deşta Nehlê ya girêdayî navçeya Akrê ya Dihokê dike. Her wiha hate îddîa kirin PDK'ê çekdarên xwe yên bi navê 'pêşmergeyên Roj' jî li gel hêza taybet a Gulan birine herêmê.
Li gorî heman çavkaniyan, ji ber ku pêşmergeyan nexwestine derbasî herêmên di bin kontrola gerîla de bibin, Barzanî hêzeke leşkerî ya taybet şandiye herêmê. Di nava hêzê de gelek wesayîtên leşkerî yên bêplaqe, çekên giran, wesayîtên taybet ên sivîl derbasî herêmê bûne û li gundên Melkê, Dosteka, Gîsê, girê Dînartê, girê Mezrînganê, girê Navxoş, girê Difrî, Mamişmiş, gundên Asûriyan yên dikeve herêma eşîreta Zêbariyan dest bi çêkirina çeper û kozikan kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN