Piştî şoreşê huner geş bû

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Sibat 2023 - 10:28

CUDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Mamosteyên govend, muzîk û şanoya Kurdî diyar kirin ku piştî çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê, karên li ser muzîk, şano û govenda Kurdî gihiştine asta herî bilind.

Berê govend, muzîk û şano li Kurdan qedexe bû. Lê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê govend, muzîk şanoya Kurdî gihiştin astên herî bilind. Ji bo naskirina van bipêşketinan, me jî berê xwe da navenda çand û huner a Kobanê.

Mamosteyê beşa govendê Osman li ser mijarê got, “Berê govenda Kurdî dîsa jî qedexe bû. Bi tenê bi def û zirneyê xwe îfade dikirin, lê piştî çirûska 19’ê Tîrmehê govenda Kurdî gihîşt astên herî bilind. Em jî hewl didin ku dîroka govenda Kurdî bi zarokan bêhtir bidin naskirin."

Muzîk kûr e ji lewma pênasekirin zehmet e

Ehlam Ebdî derbarê muzîkê de got, “Berê, dema qala stranên Kurdî dihat kirin, li ser muzîka Kurdî qirkirin û tinekirin hebû. Lê niha em bi rêya muzîkê, bi destan û orkestrayên xwe, em gihiştine astên herî bilind. Bi rêya muzîkê em hemû hestên xwe tînin ziman. Li gorî min muzîk hunerekî kûr e û pênasekirina muzîkê zehmet e.”

Hêviyên ji bo şanoya Kurdî

Beyan Fethî Hesen hîna zarok e. Wê jî got, dema ew di nav şanoyê de cih digire, ew xwe wekî kevokeke difire hîs dike: “Dema ez şanoyê dikim, ez fêm dikim ku di jiyaneke cuda de me. Hêviya min ew e ku şanogeriya Kurdî bi pêş bikeve. Em bang li zarokan dikin da ku werin tevlî nav şanoyê bibin.”

Zarokeke din, Evîn Xelîl jî got, şano tiştekî gelekî xweş e û wiha peyivî: “Hêviya min ew e ku siberojê şanoya Kurdî bibe şanoya herî bi tesîr. Heta niha me gelek caran lîstikên şanoyê derxistine ser dike. Em ê ji îro bi şûn ve jî xebatên xwe bidomînin û bêhtir fireh bikin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.