Piştî salekê maça boksê ya Mazlûmî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 28 Çile 2021 - 02:00

Mazlûm Akdeniz welatiyê Kandayê ye, lê bi xwe Kurd e û ji Diyarbekrê ye. Boksorekî profesyonel e û heta niha di 11 maçên xwe de hîç bi bin neketiye. Maça bê ya Mazlûm Akdeniz 30´ê Çile ye, û li bajarê Kolombiyayê Sucreyê çêdibe.

Maça herî dawî ya beriya krîza koronayê 8´ê Sibata 2020´an bû, yanî beriya hema hema bi salekê. Hingê wî zora reqîbê xwe yê Emerîkî, Elliot Brown biribû li Virginiayê.

Mazlûm Akdeniz ê 23 salî, di rewşa pandemiyê de antremanên xwe dewam kirine. Van şeş hefteyên bihurî jî antreman xurtir kirin da ku di kîloya xwe de bimîne. Tevî malbata xwe ew sala 2004´an penaberî Kanadayê bûye û ji 16 saliya xwe ve boksor e. Xewna wî ew e ku di boksa profesyonel de bibe şampiyonê dinyayê.
Beriya bibe profesyonel, wê 50 maçên fermî yên lîga amator kirine û ew di 45´an de bi ser ketiye.

Di dema maça xwe ya profesyonel a pêşî de ew 20 salî bû. Wî 28´ê Îlona 2017´an di çar roundan de zora Ricardo Burgos biribû.
Wî bi tîma Lee Baxter Promotions a li Ontarioyê re peyman mohr kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.