Piştî hevdîtinê qetilkirin!

Pêncşem 5 Îlon 2024 - 02:35

Pêr dewleta Tirk a dagirker gundê Mêrge Hewş ya li zozanên Sinînê ya ser bi navçeya Sîdekan ya ser bi Herêma Biradost ya Hewlêrê, topbaran kir. Di encama êrişa hovane de welatiyê bi navê Bedî Kemal Mihemed a 29 salî şehîd bû. Êrişa dewleta Tirk di demeke balkêş de pêk hat. Pêr serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li Hewlêrê Balyozê Tirkiyeyê yê nû yê Bexdayê Anil Bora Înan û şandeya pê re pêşwazî kir. Barzanî û şandeya dagirkeran bi kêfxweşî hevdû pêşwazîkirin û civiyan. Piştî wê jî Anil Bora Înan çû serdana serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî. Dema şandeya dewleta Tirk a dagirker bi Barzaniyan re di civînê de bû, dewleta Tirk li gundekî Sîdekan, xelkê sivîl raste rast topbaran kir û welatiyê bi navê Bedî Kemal qetil kir.

Di 31’ê Tebaxê de jî welatiyê bi navê Hekîm Loqman ji ber bi Kurdî axivî bû, li Stenbolê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin. Di 23’yê Tebaxê de jî dewleta Tirk li Silêmaniyê du rojnamevanên çapemeniya azad, Gulistan Tara û Hêro Behadîn qetil kir. Bi bêdengiyê re jî diyar dibe êdî dagirkerî, komkujî û êrişên dewleta Tirk yên li ser xelkê sivîl, xaka Başûr û Iraqê hatiye rewakirin û erêkirin. Ji serê salê ve jî 10 welatiyên sivîl li Herêma Kurdistanê di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker jiyana xwe ji dest dane û 2 jî birîndar bûne. Herî dawî pêr jî Bedî Kemal ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.