Piştî Garê êriş birin ser Hewlêrê

Çarşem 17 Sibat 2021 - 01:30

  • Şeva din hin kesên nasnameya wan nediyar mûşek avêtin sefareta Emerîkayê ya Hewlêrê û balafirxaneya navneteweyî ya Hewlêrê. Kesekî jiyana xwe ji dest da û 9 kes jî birîndar bûn.

Şeva din konsolosxaneya Emerîka û balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê bûn hedefa êrişeke bi mûşekan. Kesek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn. 

Li gorî agahiyan di êrişê de10 mûşek hatine avêtin, 8 teqîyane, 2 mûşek jî ji aliyê hêzên hevpeymanî ve li hewa hatine bêbandor kirin. Ji van mûşekan 2 li balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, çendek jî li konsolosxaneya Emerîka, 3 mûşek jî li taxa Wezîran ketine.

Piştî êrişa şeva din liv û tevgera balafirên Emerîkayê li ser ezmanên Hewlêrê çêbû.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku wan ji bo tespîtkirina berpirsên êrişa şeva din, bi hemahengiya hêzên federal ên Iraqê lêpirsîn û lêkolîn daye destpêkirin.

Ji Giwêrê mûşek hatine avêtin

Wezareta Pêşmerge û Wezareta Hundir a Herêma Kurdistanê êrişa li ser Hewlêrê şermezar kirin. Her du wezaretan der barê êrişê de daxuyaniyên nivîskî dan.
Daxuyanî dide zanîn ku demildest bi lêkolînê kirine û cihê otomobîla ku mûşek jê hatine avêtin, hatiye dîtin. Otomobîlek ji cureya “Kia” ye û li ser riya di navbera Hewlêrê û Giwêrê de bûye. Di daxuyaniyan de tê gotin: “Balkêş e, heman şêwaz û teknîka ku di êrişa beriya niha ya li dijî balafirgeha Hewlêrê de hatibû bikaranîn, di êrişa şeva bihurî de jî hate dubarekirin.”

Heşdî Şebî tohmet red kirin

Piştî êrişa Hewlêrê rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û beşek ji berpirsên partiyan yekser nebe jî Hêzên Heşdî Şebî tawanbar kirin. Lê Hêzên Heşdî Şebî piştî êrişê yekser tawanbarî red kirin û ragihand ku ti peywendiyeke hêzên wan bi êrişê re nîne.
Ji ber ku berî niha jî êriş li dijî navendên Emerîkayê yên li Hewlêrê çêbûbû û hatibû gotin, Heşdî Şebî kirine, vê carê jî careke din Heşdî Şebî hate tohmetbarkirin.

Berpirsê pêşmergeyan ê mîhwera Kerkûkê Nûrî Heme Elî îddîa kir ku dîtiye mûşek ji Dûbisê ve hatine avêtin û got, ew cihê ku mûşek jê hatine avêtin, hêzên Esayîb Ehlî Heq, Hizbûllaha Iraqê û Heşdî Şebî lê hene.

Li ser van daxuyaniyan, Berdevkê Mîhwera Bakurê Iraqê ya Heşdî Şebî Elî Hisên jî ji Dengê Emerîkayê re axivî û îdîa red kirin.
Emerîkayê jî yekser hêzek ji van êrişan berpirsiyar nedît, lê da xuyakirin ku wê bi Iraqê re berpirsan bibînin û ceza bikin.

Li pişt êrişê kî heye?

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, êriş weke êrişeke terorîst bi nav kir û weke êrişeke metirsîdar destnîşan kir. Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî ragihand ku wî ji bo zelalkirina berpirsyarên vê bûyerê lijneyeke lêpirsîn û lêkolînê hatiye avakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbuyî kir da ku metirsiya êrişê cidî bigirin.

Balkêş e ku êrişa li dijî Hewlêrê piştî binketina dewleta Tirk a li Garê ya beramber gerîlayên HPG’ê, tehdîtên li dijî Şengalê û Mexmûrê pêk hat. Li beramber dagirkeriya Tirk hem li Iraqê hêzên Şîe û hem jî gelê Başûrê Kurdistanê nerazînûnên tund nîşan dabûn û Tirkiye hatibû hişyarkirin da ku dawiyê li destdirêjiyên xwe bîne. Ev bûyer vê pirsê tîne hişê mirov, “Li pişt van êrişan kî heye”?

Mezlûm Ebdî êriş şermezar kir

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî êrişa li ser bajarê Hewlerê û balafirgeha wê şermezar kir û destnîşan kir ku armanca êrişê têkbirina aramiya herêma Başûrê Kurdistanê ye. 

Peyama Ebdî wiha ye: "Şevê din bajarê Hewlerê û balafirgeha wê rastî êrişeke bi moşekan hat. Em kiryarên bi vî awayî şermezar dikin û armanca wan têkbirina aramiya herêma Başûrê Kurdistanê ye. Rehmet li şehîdan be û şîfayê ji birîndarên sivîl û birîndarên hevalbendên me yên Koalîsyona Naventeweyî re dixwazin."

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD`ê Aldar Xelîl jî der barê êrişê de got: “Armanca êrişê ew e ku Başûrê Kurdistanê di nava rêzegefan de bimîne.”  Xelîl selametî ji hemû birîndarên êrişê re xwest.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.