Piştî 8 salan tûrnûvaya futbolê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 29 Hezîran 2024 - 00:17

Şaredariya Cizîrê amadekariya lidarxistina 2'yemîn turnuvaya futbolê ya kevneşopî dike. Şeredariya Cizîrê ku ji ber tayînkirina qeyûman ev 8 sal in navber dabû turnuvayê. Şaredarî bi armanca li dijî şerê taybet wê tûrnûvayê dîsa pêk bîne. Serlêdanên tûrnûvaya ku di 26'ê hezîranê de bi şîara "Ji bo civakek hawirdorparêz em li qada kesk in" dest pê kir wê heta 1'ê Tîrmehê berdewam bike. Endama Meclisa Şaredariya Cizîrê Seher Kuçuk diyar kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ew tûrnûvayeke bi vî rengî li dar dixin û bang li civanan kir ku beşdarî tûrnûvayê bibin. Seher Kuçuk anî ziman ku ew li dijî qirêjeyan ji bo ciwanan tûrnûvayekê li dar dixin û got:“Di 8 salên ku şeredarî di destê qeyûman de bû ji bo ciwanan tu xebat nekirine. Ji ber vê yekê me jî xwest em xebata xwe ya yekemîn ji bo ciwanan bikin. Me xwest tûrnûvaya futbolê ya kevneşopî ya ku me berê li dar dixist dîsa bidomînin. Ciwanên me jî eleqeyeke mezin nîşanî tûrnûvayê didin. Serlêdanên me wê heta 1'ê Tîrmehê berdewam bikin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku bên beşdarî tûrnûvayê bibin."

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.