Piştî 60 salan bihara xwendinê

Şemî 10 Kanûn 2022 - 04:06

EBÎR MUHEMED/JÎNHA/QAMIŞLO

 

Bi şoreşa Rojava re xewna pêşiyên Kurdan a bi sedan salan hat pêk hat. Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibistan, zanîngeh û peymangehên bi zimanê Kurdî hatine vekirin, tevî navendên pêkhateyên Suryan, Êzîdî û Ermenî yên ku bi zimanê xwe perwerdeya xwendinê dibînin. Behiya Murad a bi temenê xwe 60 salî, ji bajarê Qamişloyê ye. Temenê xwe yê mezin ji xwe re nake sînor û dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kiriye.

 

Şoreşa Rojava rê vekir

Behiya Murad li ser zehmetî û astengiyên ku rejîma Sûriyê pêk dianîn û zimanê Erebî ferz dikir, qal kir û got, “Ji zaroktiyê ve em hînî zimanê Erebî dibûn, wekî xewnekê bû ji me re ku em bi zimanê xwe yê dayikê yanî bi Kurdî bixwînin. Li ser me dihat ferzkirin ku em bi erebî biaxivin.”

Behiya Murad bal bire ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya ku derfet ji wan re çêkirine û got, “Zimanê me gelek dewlemend û şêrîn e. Piştî vî temenî jî, dîsa asta xwesteka fêrbûnê bi dawî nebû. Em niha di malên xwe de, bi malbatên xwe re bi zimanê xwe yê resen diaxivin bêyî ku ti kes tiştekî bibêje. Bi saya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, êdî zarokên me bi zimanê Kurdî perwerde dibin û hînî tiştan dibin.”

 

Temen ne sînoreke ji bo xeyalên wê

Behiya Murad temenê xwe li pêşiya pêkanîna xeyalên xwe weke sînor nabîne û dibêje, “Piştî 60 salan, ez hînî zimanê Kurdî dibim, temenê min ê mezin nebû kelem, nebû sînorek li pêşiya fêrbûna min. Min xeyala xwe ya fêrbûna zimanê kurdî piştî 60 salan ji nû ve pêk anî û ez gelek kêfxweş im. Ew ruhê xwendinê û lêkolînê li cem min bêhtir bi pêş ket.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.