Piştî 38 salan Yilmaz Guney

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 6 Nîsan 2022 - 22:24

  • Yilmaz Guney di hevpeyvîneke xwe ya mehekê beriya wefata xwe de ya beriya bi 38 salan de gotibû: “Li Tirkiyeyê nivîskar, hunermend, întelektuel û mirovên ku doza mafê herî besît ê demokratîk dikin, di heps û zindanan de ne.

Yilmaz Guney di hevpeyvîneke xwe ya mehekê beriya wefata xwe de ya beriya bi 38 salan de gotibû: “Li Tirkiyeyê nivîskar, hunermend, întelektuel û mirovên ku doza mafê herî besît ê demokratîk dikin, di heps û zindanan de ne. (...) Li Tirkiyeyê bi dehan hezar Kurd tenê ji ber ku doza mafên demokratîk û insanî ji bo gelê Kurd dikin, di zindanê de ne.”

Alfreda Benge ev hevpeyvîn 9´ê Tebaxa 1984´an li Parîsê kiribû. Ev hevpeyvîn niha bi wergera Nurdan Şarman li ser malpera Kurdish Studies ji nû ve hat weşandin. 

Alfreda Benge ji bo hevpeyvînê dibêje, “Yilmaz Guney li cihekê veşartî yê li sirgûnê li Parîsê 9´ê Tebaxa 1984´an peyivî. Mehekê paşê ji ber pençeşêrê mir.”

Di hevpeyvînê de li ser pirsa Kurdbûn tesîreke çawa li te kir, ew dibêje, “Ez pêşî koka xwe ji we re bibêjim. Dê û bavê min, her du jî Kurd in û beriya ez ji dayik bibim, welatê xwe Kurdistan bi cih hiştine û bar kirine çûne devera li dora Edenê. Malbata dayika min di dema şerê cîhanê yê yekê de koçî vê derê kiriye. … Ez weke zarokên dêî û bavê kurd hatim dinyayê, lê min bi Kurdî nedizanî. Qedexe bû ku çanda te hebe. …

Gava ez bûm 15 salî ez bi koka xwe hisiyam.”

* Hevpeyvîn pêşî di kovara Race & Class de Çileyê 1985´an hat weşandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.